Serrûpel Nûçe Wê ENKS û TEV-DEM li Cinêvê bicivin

Wê ENKS û TEV-DEM li Cinêvê bicivin

Belav bike

Endama Lêvegera Siyasî ya Kurd Mizgîn Ehmed li ser mijarên xebatên Lêvegera Siyasî ya kurd û helwesta ENKS’ê ya li hemberî Lêveberê pirsên ANHA’yê bersivandin.

*Lêvegera Siyasî ya Kurd niha di çi rewşê de ye?

Piştî komkujiya Hesekê ku di êvara Newrozê de pêk hat û di encamê de zêdeyî 50 kesan jiyana xwe jidest dan, di merasîma oxirkirina şehîdên Newroza 2015’an de û banga malbatên şehîdan a ji bo yekîtiya di navbera hêzên siyasî de daxwaza wan ji endamên lêveger ku dest ji nakokiyên xwe beridin. Di heman demê de civîna 6’an a lêvgerê dî di 26’ê adarê de hatiba lidarxistin. Piştî van mijaran me bes kir, me hêvî dikir ku hevalên me yên ENKS’ê dê bi aqilî tevbigerin û daxwaza malbatên Şehîdên Newrozê û gelê kurd pêk bînin û tevlî civîna asayî ya lêvegerê bibin. Lê mixabin di roja wê de nûnerên ENKS’ê yên Lêvegerê tevlî civînê ne bûn. Bi rastî piştî ewqas bangawaziyên hatin kirin, ne beşdariya wan em jî matmayî hiştin. Hinceta ENKS’ê ew bû ku endamitiya xwe rawestandiye.

Sedema sereke ya ne beşdarbûna ENKS’ê nakokiyên di navbera partiyên wan bi xwe de bû. Ji ber nakokiyên xwe yên hundirîn ku nikarîbûn çareser bikin endamên wan ên lêvegerê jî pratîze nebûn.

Rewşa Lêvegerê em wekî nûnerên TEV-DEM’ê û endamên din Lêvegerê yên serbixwe di hemû civînan de beşdar dibin, me karê xwe ne daye rawestandin û em karê xwe yê ji bo xizmeta gel nadin rawestandin, ji ber ku di qonaxa hestyar de şoreş li benda tu kesî namîne. Di demên dawî de nûnerên ENKS’ê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û ji wir berê xwe dan bajarê Cinêv ê Siwîsreyê da ku bi hêzên siyasî yên biyanî ku dixwazin TEV-DEM’ê û ENKS’ bigînin hev re bên cem hev. Di encama wan civînan de ENKS’ê qebûl kiriye ku Lêvegera Siyasî ya Kurd li Cinêvê bicive.

Piştî civînên bi biyaniyan re nûnerên ENKS’ê di nava xwe de civiyan û ji nû ve hin şertên din anîn ser ziman, ji van şertên nû nakokiyên di navbera wan de diyar dibe û zelal dike ku biryar ENKS’ê ne bi destê wane.

Me ji aliyê xwe de diyar kir ku em amade ne di van civînan de bi nûnerên ENKS’ê re werin cem hev.

*Di nerîna we de çima ENKS’ê astengiyan derdixîne?

ENKS’ê xwedî zihniyeta neteweya tenge û ev zihniyet ji guhertinê re ne vekiriye, aliyên bi vê zihniyetê tevdigerin her dem gotina ˮtenê ezˮ dibêjin, tu kedê ji gelê xwe nade û nikare ji demê re bibe bersiv.

Di destpêkê de ENKS’ê ji 16 partiyan pêk dihat, niha tenê mane 5 partî û di nava hewldanan de ne ku parityên din jî ji hev parçe bikin. kes ku ev zihniyet li ser wan be dê ji bo pêşxistina şoreşê tu tiştî nekin. Idayîn wan ên dibêjin ku TEV-DEM’ê sedema wê yekê ku Lêvegera siyasî nacive, TEV-DEM’ê astengiyan derdixîne , kesî qebûl nakin û bi tena xwe kar dikin, ji rastiyê dûrin. Heger ev idayên wan rast bana, çima heta niha ENKS’ê kongereya xwe ya giştî lidar naxîne, her kes nakokiyên hundirîn di nava partiyên ENKS’ê de dizane.

Sedema duyemîn a astengiyênwan jî vedgere ku tu hêza wan nine û ne xwedî îradeya şoreşê ne, tu hêza wan nine ku bi TEV-DEM û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re beşdar be û ji bo geşkirina şoreşê bixebite.

Heger ku rast xwediyê îradeyê ne û hêza wan heye bela keremikin meydan li pêşiya wan e û dest bi xizmeta gel bikin, bel parstinê bikin. Tenê behaneyan nîşan didin û gilî û gazinca dikin. Çi partiyan ku gazincan bikin bê hêze û nikare xizmeta gelê xwe bike, ji ber kesên di şoreşan de gazinca bikin nîşana paşdeketiniyê ye. Di demên şoreşan de tenê kar pêwîste. Nikarin xwe komî ser hev bikin û gel li dora xwe kom bikin, heta niha û di nava 4 salên şoreşê de ji şoreşeşê re titeşk nekirine, gelê me jî wê baş dizane, ji ber vê yekê jî bi hincet ku TEV-DEM’ê wiha kiriye û wiha kiriye gazincan dike.

*Çima ENKS’ê dixwaze civînên lêvegerê li derveyî Rojava bêne lidarxistin?

Ev pirsgirêka rastî ya ENKS’ê ye. Ev mentiq û tefkîra wan e, kesên ji şoreşê birevin her dem dixwazin li derve bin û karê xwe li wir bikin. Ji ber vê yekê her dem dixwazin civînên Lêvegerê li derve bêne lidarxisitn û ev rastiya wê yekê ye. Çima em civînên xwe li navenda şoreşê lidarnaxin? Çima em biryarên xwe li navenda şoreşê lidarnaxin? ev nîşanên wê yekê ne ku armanca wan reve.

Çi cûdahî di navbera Qamişlo û Dihokê de heye, li Qamşlo şoreş heye, li Dihok nine, Şoreşa rastîn li Qamişlo û Hesekê ye, li navenda Rojavaye, çima hûn civînan li Roajva qebûl nakin. Ma ka îradeya we ma ka vîna we. Cinêv jî ne çareseriye û nikare nûnertiye şoreşa Rojava bike, ne mumkine biryar li wir jî bêne standin, birya tenê li Rojava ye.

*We got ku ENKS’ê ne xwediyê biryarê ye, gelo kî xwdiyê biryarê ye?

Raste min got nikarin biryarê bistînin, biryarên wan ji Tirkiyê, koalîsyonê û Hikûmet Başûrê Kurdistanê ye. Beriya hilbijartinên şaredariyan a herêma Cizîrê bi du rojan nûnerên wan bi rayedarên Tirkiyê re civiyan û biryar dan ku ENKS’ê nûnertiya xwe ya di nava Lêvegerê de bide rawestandin. Piştî wê civînê di navbera wan û Koalîsyonê de jî nakokî derket, Tirkiyê wan li hev anî. Li Rojava û ji destpêka şoreşê û gel kurd li her derê li ber xwe dide, wan berxwedan pîroz nekiriye, lê dema bajarê Idlibê ket bi bin destê Cebhet EL-Nusra ev yek li wan pîroz kirin û gotin bajarê Idlibê hate rizgarkirin. Şoreş û destkeftiyên gelê me pîroz ne kirine, lê pêşketinên El-Nusra pîroz dikin.

piştî ku ENKS’ê girtina bajarê Idlibê ji El-Nusra re pîroz kir, gelê kurd helweste ji wan girt. Gotin pîrozkirina El-Nusra ku di civînên Koalîsyonê de pêk hatin nûnertiya me nake, heger nake hûn di nava kolîsyonê de çi dikin. Çi îşê we di nava wan de heye, di nerîna wan de ku gelê kurd nizane û tiştan ji hev dernaxîne.

*Heger hat û ENKS’ê tevlî civînên Lêvegerê ne bin wê çi bibe?

Em ji wan dixwazin ku ji biryarên xwe vegere û tevlî gelê xwe bibe û di nava civînên lêvegerê de beşdar bibe. Lê heger hat û tevlî civînan ne bûn, şoreşa li benda kesan namîne dê bidome, tunebûna wan dê tu bandorê li meşa şoreş neke. Li Rojava xweserî heye, kurd, ereb, suryanî û hemû pêkhatyên din cihê xwe di nav de digrin û xwe îsbatkirine. Sîstema xwe ya rêxistinî ava dikin û gava yekem hate avêtin hilbijartinên meclîsên şaredariyên Kantona Cizîrê bûn. Rêveberî amadekariyên hilbijartinên herêmî yên Meclîsa Zagonsaz û Melcîsa Rêveberiyê jî dike, rêveberî dê xizmeta gel bidomîne.

*Gotineke we ya dawî ?

Em di qonaxeke hestyar de derbas dibin, çarenûsa gelê kurd li Rojava ye. Hemû herêmên me rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tên. Em ji gelê xwe ji gelê xwe daxwaz dikin ku ji demê re bibin bersiv û gun li berjewendiyên partîtî û kesayetî yên teng ne kin. Em ji ENKS’ê jî dixwazin ku beer xwe bide nava gelê xwe û cihê xwe di Lêverê de bigere û dest ji zihniyeta Netewî ya teng berdin. (Hawar – EKREM BEREKA – CÛDÎ DEHAM)