Serrûpel Nûçe Pêşmergeyên Kobanî gihiştin Hewlêrê

Pêşmergeyên Kobanî gihiştin Hewlêrê

Belav bike

Karwanê çarem ê Hêzên Pêşmerge ku ev 7 meh bûn li bajarê Kobanî bûn û bi piştgiriya wan tevahiya wî bajarî û piraniya gundên derdora wê ji destê DAIŞê hatin derxistin, gihîşt Başûrê Kurdistanê.

12 Pêşmerge ji wan dê li navçeya Pirsûsê mane, da ku îro bi şev otomobîlên leşkerî yên ku ligel xwe birbûn Kobanî, bi rêya Bakurê Kurdistanê, vegerînin.

Herwiha piştî vegera vê karwanê, ti karwanên din naçe Kobanî.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî, Emîd Telhet Zirarî ku ew jî gihîşt Hewlêrê ji Rûdawê re got: “Xelkê Kobanî kurdperwer in û pir dixwestin em li wir mabana. Ji me re digotin li Kobanî bimînin.”

Emîd Telhet Zirarî wiha domand: “Bêguman pêwîstiya YPGê bi çekên me hebû, lê li gorî rêkeftinê gerek me ligel xwe vegerandibana.”

Herwiha Fermandarê Pêşmerge li Kobanî, Salar Cebarî ji Rûdawê re ragihand: “Vegera me bi razîbûna YPGê bû.”

Ji aliyê xwe ve, pêşmergeyek ku Kobanî vegeriya ye wiha got: “Dema em vegeriyan hemû giriyan. Ne dixwestin ku em vegerin.”

Eqîd Mîqdad Feyizî Mizûrî, ku fermandarê karwanê yekem ê Pêşmerge bû li Kobanî ji Rûdawê re ragihand: “Dema em çûn tenê % 15 di destê YPGê de mabû û di nava 40 rojan de, me karî % 55ê Kobanî ji destê DAIŞê rizgar bikin.”

Mizûrî wiha domand: “Xelkê Kobanî digotin dîtina Pêşmerge ji me re xewn bû. Herwiha hesteke birayetî û nîştîmanî di navbera me û YPGê de hebû.”

Heta niha 4 karwanên Hêzên Pêşmerge çûbûn Kobanî û di şerê li dijî çekdarên DAIŞê li Kobanî de pêşmergeyek şehîd bibû û tenê çend Pêşmerge jî birîndar bibûn.

Karwana yekem ya Hêza Pêşmerge di 28ê Cotmeha sala 2014an li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi razîbûna Parlamentoya Kurdistanê çûbû Kobanî.

Piştî 35 rojan, ew karwan vegeriya û karwana duyem di 3yê Kanûna borî de çû wî bajarê Rojavayê Kurdistanê. Karwana sêyem ya Hêzên Pêşmerge di 15ê Çileya 2015 ber bi Kobanî ve birê ketibû. Rûdaw