Li gorî daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: “Piştî lêkolîneke hûrbîn û şopandina hêzên asayişê û bi hevkariya hevwelatiyan, me karîbû çend kesên ku teqîna roja 17.04.2015 li bajarokê Eynkawayê cîbicî kirin, bigirin.“
Berê jî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihandibû ku teqîn bi otomobîleke bombekirî hatibû kirin û bi riya (remot kontrolê) hatibû teqandin.
Demjimêr 05:40 deqeyê êvara roja înê 17ê Nîsanê, otomobîlek li pêşber Nelly Café li bajarokê Eynkawa yê girêdayî Hewlêrê, nêzîkî konsolxaneya Amerîkayê hate teqandin û di encamê de du hevwelatiylên Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û 8 kesên din jî birîndar bûn. Rêxistina Dewleta Îslamî ku wek DAIŞê tê naskirin, piştî teqînê bi çend demjimêran berpirsyariya xwe ji wê teqînê ragihand.
Ew du kurdên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, navê wan Sadedîn Şan û Bulent Onen bû û rûniştvanên Bakurê Kurdistanê bûn û piştî birina termên wan bo Bakurê Kurdistanê, li Mêrdînê di merasîmeke cemawerî de termên wan hatin veşartin.
Ev teqîn ji ber ku nêzîkî konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê qewimî, dengvedaneke lezgîn peyda kir û pir zû jî konsulxaneya Amerîkayê ragihand ku hemû karmendên wê saxlem in û spasiya dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku hemû tedbîrên ewlekarî standin.