Serrûpel Nûçe Şahê Urdunê Nêçîrvan Barzanî dawet kir

Şahê Urdunê Nêçîrvan Barzanî dawet kir

Belav bike

Îro li Hewlêrê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Konsulxaneya Urdinê ya Hewlêrê, Muhend Şedad kir.

Di wê hevdîtinê de, Şedad vexwendina Şah Ebdulah pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir, da ku beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanê bike, ku îsal li Urdinê tê sazkirin.

Di berdewamiya wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa rewşa dawî ya deverê bi giştî û ya Iraq û Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê bi taybetî kirin.

Herwiha Muhened Şedad piştgiriya xelk, hikûmet û Şahê Urdinê bo Kurdistanê diyar kir û eşkere kir ku, ew girîngiyeke taybet didin Herêma Kurdistanê û tikiliyên xwe yên ligel Hewlêrê.

Ji aliyê xwe ve jî, Nêçîrvan Barzanî ew vexwendina Şahê Urdinê qebûl kir û spasiya şahê wî welatî jî kir û rêz û hurmetên xwe û xelkê Kurdistanê jî pêşkêşî wî kir, li ser hevkarî û piştgiriya wan bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de.