Serrûpel Nûçe Asayîş bi zorê xelkê dibe ser seytereyan

Asayîş bi zorê xelkê dibe ser seytereyan

Belav bike

 

Çavkaniyeke taybet ji Hesekê ji Rûdawê re ragihand ku duhî û îro zêdetirî 50 xortan li ser rêbendên asayişê hatin girtin.

 

Li gorî çavkaniyê ew xort li ser rêbendên Sebax, Muftî û Xişman hatin girtin û ji bo navendên asayişê hatin veguhestin.

 

Her li gorî çavkaniyê duhî xortekî nerazîbûna xwe li ser leşkeriya neçar li pêş hêzên asayişê nîşan da û ji ber vê yekê hêzên asayişê lê dan û ew bi zorê xistin girtîgehê.