Serrûpel Nûçe ENKS bi wezareta derve ya Tirkiyê re civiya

ENKS bi wezareta derve ya Tirkiyê re civiya

Belav bike

Endamê şanda ENKSê Hewas Egîd ji Rûdawê re eşkere kir, îro şanda wan ligel şandeke Berpirsê Dosyaya Sûriyê di Wezarete Derve ya Tirkiyeyê de civiya û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî û rewşa parêzgeha Hesekê bi taybetî guftûgo kir.

Egîd diyar kir, ji bilî rewşa Kobanî û daxwaza rêvekirinê li pêş rêxistinên mirovahî û metirsiya DAIŞê li ser herêma Cizîrê û pêkhateyên wê bi Wezareta Derve ya Tirkiyeyê re nirxandin.

Endamê şanda ENKSê da zanîn ku wan ji Tirkiyeyê xwestiye ku li gorî rola xwe  rê li ber êrişên DAIŞê bigire, ji ber ku bi gotina wî, metirsiyeke mezin li ser herêmê heye.

Egîd got, şanda wan ji Selah Derwîş, Fûad Elîko û Hewas Egîd pêkhatibû û herwiha şandeke rêxistina aşûrîyên demokrat jî ligel wan bi Wezareta Derve ya Tirkiyeyê civiya. Rûdaw