Serrûpel Nûçe Zekî Alasya (72) wefak kir

Zekî Alasya (72) wefak kir

Belav bike

Lîstikvanê sînemayê yê navdar yê Tirkiyê Zekî Alasya, îro saet 10.32 bi dema Istanbulê wefat kir.

Lîstikvanê komedyen Zekî Alasya, ji 22  Nîsanê ve, li nexweşxaneyê di kezeba xwe de dihate dermankirin.  

Alasya di dîroka sînema û şanoya Tirkiyê de, yek ji navê herî naskirî bû. Wî bi dehan fîlmên sînemayê, rêzefîlm û şamo çêkiribûn.

Di hemû fîlman de jî xwediyê karekterekî basît û ruh sivik bû.

Ew di 18 Nîsana sala 1943 de li Qibrisê ji dayîk bûbû, 72 salî bû.