Serrûpel Nûçe Serokwezîr: Alîkariyên navdewletî têrê nakin

Serokwezîr: Alîkariyên navdewletî têrê nakin

Belav bike

Îro li bajarê Silêmaniyê yekemîn festîvala fîlman a Yekitiya Ewropayê dest pê kir. Di merasîma vebûna festîvalê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Yekitiya Ewropayê û organîzatorên festîvalê kir ku festîvaleke wiha li Silêmaniyê li dar dixin.

Serokwezîr Barzanî behsa alîkariyan kir ku Yekitiya Ewropayê û Amerîkayê di çarçoveya şerê DAIŞê de dane Kurdistanê û wiha axivî: “Herêma Kurdistanê bûye sitargeha zêdetirî mîlyonek û nîv penaber. Lê alîkariyên ku civaka navdewletî ji Kurdistanê re dişîne di asta wê metirî û bargiraniyê de nîne ku li ser Herêma Kurdistanê ye. Ji ber wê jî em li bendê ne alîkariyên zêdetir bên kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku şerê DAIŞê û kirîza darayî bandoreke xirab li ser çalakiyên hunerî yên Kurdistanê kiriye û wiha got: “Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê sektora hunerê jibîr nake û dê bi rêya Wezareta Rewşenbîriyê re alîkariyê wê bike. Ez we pişstrast dikim ku emê vê qonaxê bi serkeftî derbas bikin.”

Li gorî Serokwezîr Barzanî, lidarxistina festîvala fîlman ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve peyamek e bo terorîstan.

Li gorî plana festîvalê, ku li salona Emne Sûreke ya Silêmaniyê tê sazkirin, sibê fîlmên ku beşdarî festîvalê bûne dê bên nîşandan.

Yek ji organîzatorên festîvalê Niyaz Ebdullah got, 14 fîlmên biyanî bi jêrnivîsên kurdî dê bên nîşandan.

Rûdaw