Endamê serkirdayetiya PDKê “Elî Teter” di daxuyaniyekê de ji BasNews re ragihand ku, azadkirina bajarê Mûsilê û parastina sînorê Kurdistanê armanca me ya serekî ye, ji ber ku DAIŞ li Mûsilê bimîne wê metirsî berdewam be li ser Herêma Kurdistanê, wate bi ti şêweyî ew metirsî dûrnakeve ji bo vê yekê tiştekî xwezayiye ku şerê li dijî DAIŞê mijara serkî be di civîna Srokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serokê Amerîka Barak Obama ve.
Herwiha got jî: “Em wek kurd heger em beşadrî azadkirina Mûsilê bibin dê ne ji bo Ereban yan ji ber ku Mûsil hatiye dagîrkirin beşdarbibin, lê ew beşdarî dê ji bo têkşikandina dujiminê me yê hevbeşe, çinku heger DAIŞ hebe dê metirsî li ser kurdan berdewam be”
Elî Teter got jî: “Mûsil bajarekî mezine û wê azadkirina wê ne hesan be û merc tineye ku Pêşmerge li wî Bajarî şerê kolan bi kolan bike, lê dê beşdarbin di şer de bo dûrxistina metirsiyê li ser Herêma Kurdistanê” BAS