Serrûpel Nûçe “Ezê tu caran Demirtaş efû nekim“

“Ezê tu caran Demirtaş efû nekim“

Belav bike

Hatîce Boruya dayika Yasîn Boru ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew ê mirina kurê xwe tu caran ji bîr neke û wê di roja dayikan de her tim bêtîr xemgîn bibe.

Boru wiha axivî: ”Ez dizanim Yasînê êdî venegere. Ez dixwazim ku hikûmet kujerên kurê min bibîne û cezayê bide wan ku dilê min jî hinekî rehet bibe. Bila ev ji bo roja dayikan ji min re bibe diyariyek. Ne bi tenê roja dayikan, her roj ez bê Yasîn xemgînim. Tişta ku bi tenê di destê min de ma gora wî ye. Ez her roj diçim li ser gora wî.”

– “Ez ê  tu caran Demirtaş efû nekim”

Hatîce Boru got ku ew ê tu caran Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş efû neke û wiha axivî:

“Heke dikare Yasîn paş de bîne bila bîne, wê demê ez ê raya xwe bidim wî. Alîyekî ve ji bo tundî û kuştinê gel derdixe kolanan, alîyekî ve jî dibêje ’em misilman in, em ne bêdîn in’. Heke tu ne bêdîn bî we çima Yasîn kuşt. Heke wîcdana te hebe tu yê sûcê xwe îtîraf bikî û cezayê xwe bikşînî. Tu yê bibêjî ‘sûcê min bû, ji ber kirina xwe ez poşman im, ez bûm sedem ku gel dakevin kolanan, ji rûyê min de mirov ketin vî halê.’ Hê jî ew vê qebûl nake. Ji misilmanan dengan dixwaze.”

– “Li Kabeyê min şikatê wan ji Xwedê re kir”

Boru got ku ew demek berê çûye Kabeyê û wiha axivî: ”Li Kabeyê min şikatê wan ji Xwedê re kir. Dema min destê xwe da Kabeyê min ew kesên ku destê xwe dane bedena Yasîn hemû şikayetê Xwedê kir. Min li Rawzayê jî got’ ‘Ya Resulullah tu wan wek omet qebûl nekî. Kî destê xwe dabe Yasîn û kî bûye sedema kuştina wî tu ji wan re nebêjî omet.’ Ew ne omet in. Sucê wî çi bû ku ew hat kuştin. Min şîkatê wan kir û ez hatim.”