Wezîra hollandî her wiha destxweşî li pêşmergeyên Kurdistanê û rahênana wan ji aliyê pisporên eskerî yên hollandî ve kir.
Jeanine Hennis-Plasschaert rêz û spasiya xwe ji bo qehremaniya pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞ de nîşan da.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ji alyê xwe kêfxweşiya xwe ji bo serdana wezîra hollandî Jeanine Hennis-Plasschaert ji bo herêma Kurdistanê anî ziman, û spasiya xwe ji bo hikûmet û gelê hollandî ji bo gelê Kurdistanê nîşan da.
Barzanî got, metirsiya DAIŞ kêm bûye, lê heta niha ew metirsî bi dawî nehatiye, û hêvî kir û pisporên hollandî di rahênana û alîkariya pêşmergeyan de berdewam bin.