Serrûpel Nûçe Salih Qelab dewleta Kurdî dixwaze

Salih Qelab dewleta Kurdî dixwaze

Belav bike

Salih Qelab, ku yek ji damezrênerên televîzyona Al-Arabiyê ye, di gotarekê de ku di rojnameya Şeriq Elewset çapa Londonê de hatiye belavkirin, derbarê kêmkirina desthilata Îranê li Rojhilata Navîn de, amaje bi wê yekê kiriye, ku “pêwîst e ereb alîkariya birayên me yên kurd li Herêma Kurdistanê bikin bo ragihandina dewleta serbixwe.”

Di wê gotarê de, Qelab amaje bi girîngiya dewleta kurdî dike û dibêje, “avakirina dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê, dibe sedem ku Rojavayê Kurdistanê jî li ser wê pêngavê biçe û hizra çarenivîsa xwe û dirustkirina dewleta serbixwe bike. Eger hat û pêwîst jî bike bila rajin çekan û xebata çekdarê bikin.”

Qelab herwiha behsa welatiyên Rojhilatê Kurdistanê dike û dibêje: “Hejmara kurdan li Îranê derdora 8 milyona ye, ku dikarin roleke girîng bibînin.”

Herwiha Wezîrê berê yê ragihandin û rewşenbîriyê yê Urdinê daxwaz ji ereban kir nakokiyên Îranê vêxin û berfirehbûna wêli navçeyê bi dawî bînin. Rûdaw