Di daxuyaniyê de hatiye ku her 6 “terorîstên” bi navê “Agrîn Ebdulla Hemed, Mihemed Cinkî Osman Qadir, Karmend Ebdulla Hemed Bapîr, Helmet Ebdulla, Mihemed Emîn Ebdulla û Hawrê Mizefer Bîrpal.” li wê yekê mukir hatine ku wan “bi rêya kesên tundrew li mizgeftan li ser hizra tundrewî hatiye perwerdekirin û piştire peywendî bi grûpa terorîstî ya DAIŞê ve girêdane.”
Wê grûpa ku hatiye girtin û li ser “daxwaza” DAIŞê dixwstin karên “terorîstî” li Hewlêrê encam bidin, ji bo wê mebestê jî “18 bombe amade kiribûn û çend cihên sivîl diyar kiribûn ji bo encamdana karên terorîstî û têkdana rewşa aramiya Kurdistanê.”
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Dezgehên sr bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve, berî ku ew grûpa terorîstî planên xwe yên qirêj cîbicî bikin, girtin û destdanîne ser tevaya madeyên teqîner.” Bas