Pirtûk ku ji aliyê kompaniyayî «Gazprom neft» ya rûssî hatibû sponserekirin, bi çar zimanan( Kurdî- Rusî- Erebî û Inglîzî), û bi awakî zor dogmen û neyab hatiye çapkirin. Ew pêk dêt ji jimarek mezin dokument, belge, wêne û destnivîsan.
Ev pirtûka ku qonexeke zêdetir ji 200 salî ji dîroka hevbeş rûsî-kurdî li xwe digre, bi bayix û buhayekî bilind hate pêşkêşkirin. Şanda Rûsî yekcar mezin bû. Ji siyasetmedar, ekadêmisiyan, û berpirsên payebilind pêkhatibû (ji zêdeyî 60 kesî)ku bi taybetî ji bo vê munasebetê hatibûn Kurdistan. Ji wan, serokê şandê, nûnerê serokê Rûsiya V. Pûtîn, cêgirê wezîrê derve yê Rûsiya Mîxaîl Bogdanof; serokê kompaniya «Gazprom-neft» A. Diûkov û gelekî din.
Tiştê zor balkêş ew bû ku jimarek kurdolog(pisporên pirsa kurdî) weke Vîtalî Naûmkîn serokê Peymangeha Rojhilatnasî ya bi ser Akadêmiya Rusî ve; Îrîna Popova, seroka peymangeha destnivîsên Rojhilat; û gelekî din.. bi gotin û şirovên xwe aheng wergerandin giftugoyek cemawerî mezin.
Bo min şerefek mezin bû ku herdû beş: yê fêrmî(giftugoyên cenabê serok bi cêgerê wezîrê derve yê Rusî M. Bogdanov)û yê ahengî, min tercema Rûsî- Kurdî kir. (ji Facebooka Dr. Ridwan Badînî)