Serrûpel Nûçe Barzanî dikare îro serxwebûnê ragihihîne

Barzanî dikare îro serxwebûnê ragihihîne

Belav bike

 

Barzanî duh (18ê mehê) li devera Pîrmamê ya Hewlêrê li ser serdana xwe ya Amerîka û Ewropayê her wiha rewşa dawî ya Kurdistan û Iraqê bi rayedar û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re civiya.

 

Li ser naveroka civînê Rêberê Bizava Îslamî ya Kurdistanê Irfan Elî Ebdulezîz ji Rûdawê re got, civîn pir baş bû. Me di civînê de behsa wê kir ku divê amadekarî ji bo referandomê were kirin…

 

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec jî li ser civînê ji Rûdawê re got, di civînê de hat gotin ku ew rêya ku niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye pêşiya xwe rast e çimkî hikûmet bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ve girêdayî bûye…

 

Ferec anî ziman ku di civînê de her wiha hatiye gotin ku ew siyaseta Kurdistanê dê bidome heta ku hikûmeta Iraqê neçar bimîne guh bide daxwaziyên gelê Kurdistanê.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, Barzanî di civînê de ji partiyên siyasî re gotibû, “Eger hûn pişta min bigirin û nakokiyên nav xwe çareser bikin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim…” Rûdaw