Serrûpel Nûçe Ariç klîpa “Mihemedo“ yê Kobanî derxist

Ariç klîpa “Mihemedo“ yê Kobanî derxist

Belav bike

 Ji ber agir û pêta şerê li Sûriyê ew neçar ma tev hevalên xwe berê bide bakûr. Roja 24. gulana 2014 an Mihemedo û hin hevalên xwestibûn bi otomobîla qaçaxçîkî ji sînor derbas bin.

Dema ew digihêjin gundê Cibilferecê çekdarên Daîşê riya wan dibirin û wan dorpêç dikin, wan peya dikin û bi hêrs û tehdayî li ser wan û çenteyên wan digerin. DAIŞ’î di çenteyê Mihemedo de pirtûkeke îngilizî dibînin û ji wî re dibêjin, “Tu Gawirhiz î, pirtûkên gawiran diecibînî” û pêre jî li wî didin. Mihemedo li hember wan berxwe dide. DAIŞ’î Mihemedo gullebaran dikin, termê wî bi li paş otomobêlekê girêdidin û di nav gundên ereban de digerînin û piştre jî serê wî jêdikin. Termê Mihemedo di wê deverê de dimîne bêxweyî û bê xwedan.

Piştî şerê Kobanî ê mezin dema ew dever êdî ji DAIŞ’ê rizgar bû malbat û hevalên Mihemedo termê wî anîn û di gundê Kîkan ya bav-kalan de binax kirin..

 

Nizamettin Aric

16.5.2015