Serrûpel Nûçe ENKS partiyên ku derxistibûn vegerandin nava xwe

ENKS partiyên ku derxistibûn vegerandin nava xwe

Belav bike


Yek ji biryarên civîna ENKS ew bû ku, nûnerên her du partiyên “Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Wihde) û Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (elpartî)” carek din tevlî civînê bûn, piştî ku berî niha bi birayar ENKS hatibûn derkirin.

Derkirina her du partiyên navborî ji rêzên ENKS, piştî wê yekê hat ku her duyan berovajî rêkeftina endamên çarçoveya navborî, di hilbijartinên Lêvegera Siyasî ya Kurd de, dengê xwe dabûn nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), lewma ENKS biryara derkirina wan dabû.

Ji aliyek din ve, Endamê Sekretariya Giştî ya ENKS Enter Neisan ji malpereke kurdî ya Rojavayê Kurdistanê re ragihand ku, derbarê partiyên din ên ku dixwazin tevlî ENKS bibin, wan “komîteyek”  ji bo biryardan li ser rewşa wan partiyan “pêkaniye.”

Li gor ku Neisan diyar kiriye, ENKS “biyar da” ku her du partiyên (Partiya Çep a Demokratîk û Partiya Çep a Kurdistanî) wek yek endamî qebûl bike.

Herwiha rêjeya jinana di nava ENKS de kir ji sedî 10 û ya xortan jî kir ji sedî 12. BAS