Birayê Şahê Urdinê Ebdullah ê bi navê Emîr Faysal Bin Hisên û hin rayadarên urdinî li balafirgehê pêşwazî ligel Mesûd Barzanî û şanda ligel wî kirin.
Mesut Barzanî piştre li Koşka Kraliyetê ligel Şahê Urdinê re hevdîtinek pêk anî. Urdin ku dewleta erebî ya yekemîn e di protokolê de Ala Kurdistanê bikar tîne û herwiha par jî di serdana Barzanî de Ala Kurdistanê bikar anîbû.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtina Mesûd Barzanî û Şah Ebdullah de mijarên ewlekarî û siyasî ya herêmê hat gotûbêjkirin. Herwiha behsa êrişên DAIŞê jî hatin kirin.
Hat gotin Barzanî û Ebdullah di mijara geşkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de hemfikir in.
Serokê Herêma Kurdistanê dê sibe beşdarî Korbenda Aboriya Cîhanî ya Behra Mirî bibe. Korbendê îro dest pê kiriye û dê 23ê vê mehê xilas bibe. Rûdaw