Serrûpel Nûçe PKK pêşmergeyên PDK-Îran dorpêç kiriye

PKK pêşmergeyên PDK-Îran dorpêç kiriye

Belav bike

Gerîlayên PKKê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li devera Keleşînê ji roja 21ê vê mehê hêzeke PDKÎyê dorpêç kirine.

Ew hêza PDKÎyê zêdetirî 15 rojan e li devera sînorî ya Keleşînê bicî bûye û heta niha çend caran di navbera wan û gerîlayên PKKê yên li wir de nakokî derketiye û PKKê ji wan xwestiye wê deverê vala bikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê derbarê vê mijarê de îro PDKÎyê civînek pêk anî û di civînê de biryar da ewê wê herêmê vala nekin lê ji bo çareserkirina kêşeyan hewl bidin.

Hat zanîn PKKê biryara xwe ne guhertiye û derbarê helwesta xwe de name ji bo partiyên kurdî yen li 4 parçeyên Kurdistanê şandiye.

 

PDKÎ: PKK di rewşek êrişker de ye

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Hesen Şerefî ji  Rûdawê re diyar kir wan xwestin nakokiyan bi rêya gotûbêjan çareser bikin lê PKK ew daxwaza wan red kir.

 

 

Hesen Şerefî wiha got: “Me wek PDKÎyê bi rêyên cuda hewl da ku em li gel PKKê diyalogê pêk bînin, lê PKKê bi zimanek êrişker bersiv da û got heta em wê herêmê vala nekin ew ligel me narûnin.”

 

Şerefî da zanîn wan piştî bersiva tundî ya PKKê nameyek ji bo wan şandin û wiha gotin: “Armanca we heger astengkirina têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê û taybetî jî ya PDKÎyê be, PDKÎ ti caran wê yekê qebûl nake.”

 

 

Şerefî eşkere kir herêma ku PDKÎ bicih bûye ne di bin desthilatiya PKKê de ye û ji sala 1979an ve çend partiyên kurdan li wê herêmê bicih bûne lê ti caran di navbera wan de kêşe dernekitiye.

 

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bertekên xwe nîşan dan

 

Ji ber vê helwesta PKKê partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî berteken xwe nîşan dan. PDK ya din a li Îranê jî diyar kir heger ew rewş bidome ewê helwesta xwe biguherin li hemeberî PKKê.

Komeleya Şoreşger a girêdayî PDKÎyê ragihand ew ji bo PKK ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê re astengiyan derdexin acz in û mafê PDKÎyê heye li her devera Kurdistanê baregeha xwe ava bike.

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê diyar kir divê ew kêşeyên di navbera PKK û PDKÎyê de nebe sedema ku dijmin jê sûde werbigire. Rûdaw