Mîroglu nerazîbûna xwe li hember wan tehdîdên mirinê nîşan da û got, lîsteyên mirinê datînin ber me, û ez neçarim ligel 10-15 çekdaran li gundan bigerim.
Namzetê Kurd Mîroglu her wiha diyar kir ku, kesên ku tê texmînkirin wê di hilbijartinan de dengê xwe bidin AKP, têne tehdîdkirin, nameyan dinivisînin, bi şev gundiyan kom dikin û ji wan re diaxifin, dibêjin eger HDP bi ser nekeve wê şêr navxweyî çêbibe, li gora wê gava xwe bi hesab bavêjin.
Orhan Mîroglu her wiha got, ji xeynî qelemê tiştek di destê wî de tune ye, lê niha ew li bajarê xwe nikare bi tena serê xwe bigere û grûpek çekdar wî diparêzin.