Serrûpel Nûçe PDK-Î: Em ji çiyayên Rojhilatê Kurdistanê venakişin!

PDK-Î: Em ji çiyayên Rojhilatê Kurdistanê venakişin!

Belav bike

Çavkaniyeke Agahdar ji BasNews re ragihand ku PDK-Î berî çend salekî pêşmergeyên xwe li çen cihan bicîkirbûn lê Hêzên PKK daxwazê ji wan dike ku wê deverê valabikin.

Endamê Serkirdeya PDK-Î Mihemed Salih Qadirî ji BasNews re ragihand ku hebûna hêzên me li navçeyên sînor ji bo piştevaniya Xelkê Rojhilatê Kurdistanê û rûbirûbûna Rêjîma Îranê ye, lê belê hêzên PKK bi wan ragihandine ku çênabe ew li wê devera sînor tevgerê bikin û got jî: “Ji mere gotin ev dever cihê medyaya me ye û nabe ti hêz ji bilî hêzên me tevgerê li vî sînorî bikin”

Wî serkirdeyî ragihand jî ku, Wan di çend rêyên diblomasî daxwaz ji PKK kirine û civînekê li ser asta serkirdeyan bikin ji bo çareserkirina vê pirsê, lê belê PKK bersiv bi erênî ne daye û got jî: “Me nameyek fermî bo PKK şandiye û têbîniyên xwe jî me şandine ku em dixwazin ev pirs çare bibe ji bo ku bûyerên ne di berjewndiyên Xelkê Kuedistanê de rûnedin, lê belê PKK heta niha bersiv ne daye”

Herwiha ewjî tekez kir ku bi ti şêweyî hêzên wan ji wê deverê venagişin û axa Rojhilatê Kurdistanê axa me ye û parastina wê jî erkê me ye û xebata me ya çend salane di vê rojevê deye û got jî: “Bi ti şêweyî em fişarên bi vî renkî qebûl nakin.”