Li gor malper fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li fraksiyona Tirkmanî ya di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de kir.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî behsa giringiya pêkvejiyanê û birêvebirina hevbeş a îdareya Kerkûkê di navbera hemû pêkhateyên parêzgehê de kiriye û amadeyiya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di warê aborî û darayî de alîkariya Kerkûkê bike.
Barzanî herwiha hêvî xwastiye, arîşe û pirsgirêkên di navbera aliyan de bi rêya diyalog û lihevtêgihîştinê bên çareserkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê civînê de tekez jî kiriy, ew bi Serkirdatiya Siyasî ya Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî re bi hemû awayî pişgtgîrî li karê hevbeş di navbera pêkhateyên Kerkûkê de dikin, da ku hemû bi hev re bikaribin xizmeta parêzgehê bikin.
Li gor daxuyaniya Hikûmetê, Nêçîrvan Barzanî gotiye: “Gerek hemû bi hev re di desthilat, birêvebirin û îdareya Kekrûkê de hevbeş bin.”
Herwiha Barzanî ragihandiye, pêwîst e hemû pêkhateyên Kerkûkê di erk û maf de wekhev bin û nabe ti pêkhateyek xwe li ser pêkahteyek din re bibîne û xwe bi ser de ferz bike.
Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew yek jî tekez kiriye, şanda fraksiyona Tirkmanî ya Encumena parêzgeha Kerkûkê di civînê de tekez li biratî, pêkvejiyan û karkirin ji bo hevbeşî û bi hevrebûnê di navbera hemû pêkhateyan de kir.
Hat ragihandin, di civînê de gotûbêj li ser rewşa parêzeha Kerkûkê, şêweya karê encumena parêzgehê, pêwendiya navbera pêkhateyên netewî û olî li wê parêzehê hat kirin.