Fermandara giştî ya YPG’ê diyar kir ku hêzên YPG’ê ku di pêngava Fermadar Rûbar de saet di 8.20.30’an de ji sedî 80 bajaroka Mebrûka ya Serêkaniyê bi dest xistibû û di saet 23.30’an de bajarok bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Xebatên lêgerînê yên şervanên YPG’ê li herêmê bê navber didome.
Şevranên YPG’ê şevê din li gundên Til Kilîa û Şara yên dikevin navbera bajaroka Mebruka û sînorê Bakûrê Kurdistanê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon li dar xistin. Di encama operasyonê de gundê Til Kilîa ku 8.7 kîlometre dikeve bakûr rojhilatê Mebruka û gundê Şara ku 4.7 km dikeve bakûrê Mebruka ji çeteyan hatin paqijkirin.
Bi vî rengî hemû rêyên ku diçin bajaroka Mebrûka ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatibûn girtin û çete ketin dorpêçkirin.
Şervanan 3 roj berê gundên Ebu Şexat û Ebu Cidul û duh jî girê li dora Ebu Şexat ji çeteyan rizgar kiribûn û bajaroka Mebrûka ya li başûr rojavayê Serêkaniyê dorpêç kiribûn. Ceyrana ku ji bendara Reqayê tê li bajaroka Mebrûka li kantona Cizîrê tê belavkirin. Her wiha li ser riya Reqa û Til Ebyadê ye. Lewre jî ji bo çeteyan navendeke stratejîk û baregehek e. Hawar