Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman di daxuyaniyeke xwe de ji malpera kdp.info behsa şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDKÎ) dike û dibêje:
– Ew şerê navbera PKK û PDKÎ qewimî karekî xerape û divê pirsgirêkên xwe bi diyalog û danûstandinan, ne bi şer û pevçûnan çareser bikin. Wergirtina gumrikê ji aliyê PKKê ve yek ji sedemên derketina şer in.
Li gor Mehmud Osman pirsgirêk bi vî awayî ye; Eve çand sale PKK li wê devra şerê lêqewimî heye û gumrigê werdigire, hêzeke PDKÎ çûye wê deverê û PKK qebûl nekir ew hêza PDKÎ li wir bi cî bibe û alozî derketine holê.
Osman dibêje: Ew dever başûrê Kurdistanê ye, ne devera PKKê û ne jî ya PDKÎ yê ye. çêdibe wergirtina gumrikê ji aliyê PKKê ve yek ji sedemên derketina şer û pevçûnan be di navbera her du aliyan de.
Ew siyasetmedarê kurd dibêje ku, di vê rewş û qonaxê de divê PKK hemû tiştan bi de aliyekî û xwe ji bo hilbijartinan amade bike û pirsgirêkan dernexe holê.