Serrûpel Nûçe Jan Dost romana Kobanî dinivisîne

Jan Dost romana Kobanî dinivisîne

Belav bike

Niha temenê wî bûye 50 sal û dixwaze bajarê xwe bike roman. Ew romannivîsê kurd yê navdar yê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost e.


Meha borî pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan li şarê Abû Zabî (Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî) hat vekirin û Jan Dost wek nivîskarekî kurd tê de beşdar bû û serdana welatê Tûnisê jî kir.

Wek ew bi xwe dibêje, li wir wan ew wek balyozê edebiyata kurdî binav kirin. Derbarê asta nasîna edebiyata kurdî ji hêla xwîner û wêjevanên ereb, Jan Dost got: “Wan ez mîna balyozê edebiyata kurdî didîtim. Min êş, derd, kul û keserên kurdan bir wan welatan.

Herwiha min behsa rewşa ziman û edebiyata kurdî kir û min kurd wek miletekî edebhez bi wan da naskirin. Lê mixabin zanyariyên wan derbarê edebiyata kurdî pirr kêm in. Ji bilî naskirina çend helbestvanên kurd nexasim Şêrko Bêkes, tiştekî din li ser edebiyata kurdî nizanin. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê edebiyata kurdî bi dinyaya derve bide naskirin.”

Rûdaw: Hin romanên te girêdayî bûyer an serpêhatiyên dîroka kurdî ne, çi li ser asta tekekesan an neteweyê bi giştî. Gelo em dikarin te wek romannivîsekî dîrokî wesf bikin?

Jan Dost: Kurdan pend û îbret ji dîrokê negirtin. Lewma jî em dikevin heman xeletiyên ku bav û bapîrên me kiribûn. Şoreşên me têk diçin wek çawa şoreşên me bi heman sedem beriya sed dused salî têkçûn. Ji ber vê yekê, dîrok pirr giring e. Ez diçim deverên dîrokê yên tarî.

Ez lêkolînê li ser wan xalên dîrokî dikim ku hîn destê kesî negihîştiye wan. Ez kesayetiyên dîroka kurdî zindî dikim, wek Ehmedê Xanî, Qazî Mihemed û Şêx Seîd. Lê ez naxwazim wek “romannivîsê dîrokê” bêm wesfkirin. Dîrok aliyekî romanên me pêk tîne, lê di berhemên min de fikr, felsefe û bîr û bawerî jî hene.

Beriya demekê romana “Eşîqê Wergêr” bi kurdiya soranî derket. Ev romana te li ser çi ye?

Min ev roman di dema kêmî salekê de nivîsand. Ramana sereke ya vê berhemê, hevdû qebûlkirina olan e. Min behsa nakokiyên ol, mezheb û neteweyan kiriye. Roman çîroka çend ciwanên Rojhilat e ku berê xwe didin Romayê da fêrî zimanê îtalî û latînî bibin.

Di wê heyamê de ku dawiya sedsala 17 û destpêka sedsala 18 ye, danûstandin di navbera Rojhilat û Rojava de hebû û wergêr diçûn û dihatin. Ji Rojava dihatin welatên li jêr desthilata Osmanî û fêrî erebî dibûn û ji wir jî diçûn Romayê û fêrî zimanên Rojava dibûn.

Di “Eşîqê Wergêr” de, min bêhtir rê daye lêborîn û toleransê. Yanî hevdû qebûlkirina di navbera netew, dîn û mezheban de. Di romana “Martînê Bextewer” de ku hîn nebûye soranî, lê bo zimanê erebî hatiye wergerandin, min bêhtir giringî daye hizr, bîr û bawerî û nakokiyên di navbera gelan de.

Dibe ku ev pirs û vekirina vê mijarê wek mizgîniyekê jî be bo xwînerên kurd. Qasî ku haya me jê heye, tu dixwazî Kobanî bikî roman. Hizra vê romanê çawa derket holê?

Niha Kobanî hem sembola berxwedanê û hem jî sembola wêranî, koçberî û derbideriyê ye. Kobanî êşa min a taybet e. Ez bi xwe ji Kobanî me û malbata min fena xelkê Kobanî derbider bû.

Kobanî cihê zaroktî, bîranîn û mezinbûna min e. Ji bo min karekî mezin e. Bi baweriya min, ez nikarim bi romanekê yan du romanan êşa xwe bînim zimên. Lê ez neçar im binivîsim.

Eger ez bi av, ba û axa Kobanî re dilsoz bim, divê ez tiştekî li ser Kobanî binivîsim. Çi li ser berxwedana keç û xortên wê be, yan li ser jan, êş û bêçaretî û koçberbûna xelkê wê be.

Vêga ez mijûlî nivîsandina vê romanê me. Min belge, dokument, dîroka bûyeran û wêne dane hev û temamiya romanê di serê min de zelal bûye. Dibe ku heta dawiya îsal romana Kobanî amade be.

Bûyerên vê romanê li ku diqewimin, tê kîjan beşê dîroka Kobanî bikî roman?

Ev roman li ser bûyerên piştî Îlona par e. Herwiha li ser Kobaniya beriya wê çaxê ye. Li ser zaroktiya min e. Ez çawa jiyam, piştre çawa bûm penaber. Herwiha piştî hatina DAIŞê û şikestina wê û vegera xelkê Kobanî li cîwar û malên xwe yên kavilbûyî. Ez nikarim bi kurtî bêjim, lê gellek alî tê de cî digirin.

Bo nivîsandina romana Mijabad, te serdana Mehabadê kir. Bo nivîsandina romana Mîrname jî, te serdana Bakurê Kurdistanê û Bayezîdê kir. Lê çima bo nivîsandina romanekê li ser Kobanî, te serdana Kobanî nekir? 

Xewna min ew e ku ez herim Kobanî û ezê hewl bidim herim wir. Ez dixwazim wê wêraniya mezin bi çavên xwe bibînim. Guhdariya bergirîkarên wê bikim, guhdariya penaberên wê bikim, herim jêr konan û herim taxa xwe Seyda. Herim mizgefta bavê xwe. Herim goristana ku dê û bavê min tê de veşartî ne.

Eger ez biçim wan cihan bibînim, nivîsandina romanê hêsantir dibe. Lê çimkî ez bi xwe xelkê Kobanî me û bajarê xwe quncik bi quncik nas dikim, lewma serdana Kobanî nekim jî nabe pirsgirêkek mezin.

Niha yekem romana te “Mijabad” bo soranî tê veguhastin. Tu guhastina vê romanê û romanên te yên din jî bo zaravê soranî çawa dibînî?

Mijabad romana min a nûxurî ye. Pirr li ba min şêrîn e. Min ew bi êş, sotan û eşq nivîsand. Sala 1996, bi wê hemû tirsa ku hebû, ez çûm Mehabadê. Ez çûm bi kurê Qazî Mihemed re axivîm. Ez çûm ser gora Qazî Mihemed jî. Ez serbilind im ku Mijabad jî bibe soranî.

Ferhad Çomanî – Rûdaw