Parlamena Kurdistanê ku di derbarê pevçûna aliyan de tafilê daxuyaniyekê belav kir, PKK’ê û PDK’Î’yê bi tûndî hişyar kir. Parlamenê xwest ku hêzên Kurdistanê ji bo kêşeyên navbera xwe dest navêjin çekan û hewl bidin ku ew pirsgirêkên navbera xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Aliyan di civîna bi navbenkariya Hikûmeta Kurdistanê de lihev kirin.
“Divê brakuj bên darezandin“
Şerê navbera PKK’ê û PDK-Î’yê ku li ser sînorê Îranê li herema Kelaşînê rû da bi kuştina Pêşmergeyekî û bi brîndarbûna sê Pêşmergeyên PDK-Î’yê encam da, di nav raya giştî ya kurd bû sedemê xemgînî û endîşeyan. Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê bûyerê got “şerê birakujî heram e. Nabe ku xwîna kurd bi destê kurdekî din birije.”
Hiqûqzanên kurd destnîşan dikin da ku ji bo pêşîgirtina bûyerên wiha de, tawanbar bên darezandin û rê li pevçûnên wiha bê girtin.
Parlamena Kurdistanê ku di derbarê pevçûna aliyan de tafilê daxuyaniyekê belav kir, PKK’ê û PDK’Î’yê bi tûndî hişyar kir. Parlamenê xwest ku hêzên Kurdistanê ji bo kêşeyên navbera xwe dest navêjin çekan û hewl bidin ku ew pirsgirêkên navbera xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê di bin çavderiya Hikûmeta Kurdistanê de herdû alî li hev civiyan û biryar dan ku pirsgirêkên xwe bi rêyên aştiyane çareser bikin.
Êrişa ku ji aliyê PKK’ê ve hat kirin ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Parlamena Kurdistanê û hemû partî, rêxistin û civakên sîvîl yên her çar perçeyên Kurdistanê ve hate şermezarkirin û ji aliyan hat xwestin ku careke din bûyerên birakujiyê ku ziyaneke mezin didin pêşveçûn û destkeftiyên kurdan, hesta biratî û netewetiyê qels dike û geşedanên di derbarê nêzîkbûna hêzên kurdan lawaz dike pêk neyên.
Wek tê zanîn hefteya borî li Herêma Kelaşînê di navbera hêzen PKK û PDK-İ de bi hincetên ku heta niha piştperdeya wê ne zelal e pêvçûn derket û di encam de Pêşmergeyekî jiyana xwe jidestda û sê Pêşmerge birîndar bûn. Piştî encamê ji nişkeve tirsa ‘birakujî’yê ku di dîroka Kurdistanê de birînên pir mezin vekirine belav bû û bi heman lezê ji çar aliyên Kurdistanê jî bertek hatin nîşandan. Hemû partî, sazî û kesayetiyên naskirî bi daxuyanî û çalakiyan bûyer şermezar kirin û xwestin ku pirsgirêkên navxweyî bi rêya danûstendinê bên çareserkirin. Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) Mesûd Barzanî piştî bûyerê di malpera fermî ya Serokatiya Herêmê de êriş bi tûndî şermezar kir û ji her dû aliyan daxwaz kir ku tavilê vê nakokiyê çareser bikin da ku kûrtir nebe. Barzanî xwest ku her dû alî jî ji bo çareseriyekê pêk bînin dest bi hevdîtinan bikin. Barzanî hişyarî da aliyan û got wê nehêlin li ser xaka Kurdistanê brakujî pêk were.
Herwiha piştî bûyerê pirsa ku wê ew êriş bi rê û rêbazên çawa û bi kîjan hiqûqê bê zelalkirin jî rû da. Wek tê zanîn li gor qanûnên navdewletî dema ku li cihekî leşkerî ku dewletekê destûr dabe hêzeke çekdar sûcek rû bide ew mesele bi qanûnên leşkerî yên wê hêzê tê şapandin û darizandin. Lê belê dema ku endamên wê hêzê li derveyî qada leşkerî tevlî tawanekî bibin hingê li gor yasayên wê dewletê tên darezandin.
Ji ber ku peymaneke zelal û fermî di navbera PKK û Hikûmeta Herema Kurdistanê de nîn e, nayê zanîn ku tawanbarêb vê bûyerê wê çawa bên darezandin û lêpirsîna derbarê bûyerê çawa bê kirin. Hiqûqzan û siyasiyên çar parçeyan li ser mijarê nirx û daxwazên xwe ji BasNûçe’yê re re rawekirin.
Angaştên aliyan
Weke tê zanîn Di 24’ê Hezîranê de li herêma Kelaşînê û Xinêrê di navbera yekîneyeke PDK-Î’yê û hêzên PKK’ê de nakokiyekê rû dabû û ev nakokî bûbû sedem ku di navbera aliyan de pevçûn rû bide. Di pevçûnê de Pêşmergeyekî PDK-Î’yê jiyana xwe ji dest da sê jê birîndar bû û dû Gerîllayên PKK’ê jî ji alî yekîneya PDK-Î’yê ve hatibûn destgîrkirin. Piştî vê rûdanê her dû aliyan daxuyaniyên rikberî hev dan û hevûdin tawanbar kirin. PDK-Î’yê daxuyand ku yekîneya wan ku dixwaze bi ser Kelaşînê ve derbasê Rojhilatê Kurdistanê bibe û li nêzîkê sînor baregehekê ava bikin, lê belê PKK pê razî nebûye û di 21’ê Hezîranê de astengî ji wan re derxistiye û xwestiye ku ji qada navborî derkevin. Piştî ku PDK-Î’yê vê daxwaza PKK’ê redkiriye êrîş hatiye ser wan û Pêşmergeyekî wan jiyana xwe ji dest daye û sê jî birîndar bûne. Li hember vê daxuyaniyê PKK’ê jî ragihand ku wan rê daye ku PDK-Î hêzên xwe bi ser wê qadê ve arasteyî Rojhilatê Kurdistanê bike, lê belê ji ber ku wan li heremê baregeh danîne û li ser qaçaxçî û gundiyên herêmê zextan kirine û bûne cihê nerazîbûna şêniyên herêmê wan ji PDK-Î’yê re ragihandiye ku ew ê destûr nedin ku hêzên we li vê qadê xebat û çalakiyan pêk bînin.
Di vê navberê de piştî rûdanê artêşa Îranê hêzên xwe li ser sînor komkir û Kelaşînê da ber topan.
Parlamena Kurdistanê ket navbera aliyan
Li dû bûyerê, Parlamena Kurdistanê tafilê daxuyaniyekê belav kir û ji ber ku êrîşê hev kirine PKK’ê û PDK’Î’yê bi tûndî hişyar kir. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku hêzên Kurdistanê ji bo kêşeyên navbera xwe dest nehavêjin çekan û hewl bidin ku van kêşeyan bi diyalogê çareser bikin. Di daxuyaniyê de ev hişyarî hate kirin: “Di vê dema ku gelê kurd bi teroreke xeternak re rûber bûye û tekoşîneke hevbeş dimeşîne û li herêmê guherînên mezin ên ku dikarin siberoja Rojhilata Navîn diyar bikin pêk tên de, pevçûna çekdarî ya hêzên heman gelî, tawanekî neteweyî ye.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokê Parlamenê bi serokên partiyên ku di parlamenê de komên wan hene hevdîtinan pêk anîye û ji bo kêşe tafilê bê çareserkirin ew ê berpirsên her dû aliyan vexwînin Parlamena Kurdistanê da ku bi rêya diyalogê kêşeya di nav xwe de çareser bikin. Piştî van geşedanan lijneyeke parlamenterên partiyên siyasî ya Parlamena Kurdistanê bi berpirsên her dû aliyan re hevdîtinan pêk anîn. Pişti lijneya Parlamena Kurdistanê, lijneyeke Başûrî ku ji parlamentên PDK’ê û YNK’ê pêk dihatin jî bi berpirsên her dû aliyan re hevdîtinan pêk anîn. Di encama van hevdîtinan de PDK-Î’yê dû gerîllayên PKK’ê ku di pevçûnê de destgîr kiribû berda û PKK’ê jî meytê Pêşmergeyê PDK-Î’yê Qadir Kerîmî yê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû û Pêşmergeyên birîndar radestî PDK-Î’yiyan kir.
Barzanî: Birakujî xwekujî ye
Serokê RHK Mesûd Barzanî di peyama xwe ya ji bo vê bûyera ku di navbera PKK’ê û PDK-Î’yê de rû daye de şerê birakujiyê wek xwekujiyê bi wesf kir got: “Şerê xwekujî tenê ziyanê li aliyekî kurd nake, li hemû kurdan dike û tu kes bi birakujiyê serkeftî nabe. Ne di asta partiyan û ne jî di asta neteweyî de berjewendiya kurdan di xwekujiyê de tuneye.” Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku wî berêjî gellek caran xetera xwekujiyê destnîşan kiriye û vî şerî heram kirî ye û got: “Ez niha jî dûbare dikim ku şerê birakujî heram e. Nabe ku xwîna kurd bi destê kurdekî din birije.”
Serokê RHK’ê Barzanî, di derbarê çareseriya vê bûyera ku rû daye de jî hişyariya berpirsyariya niştimanî li her dû aliyan kir û got: “Her cûre şer û pevçûnên di navbera aliyên kurd de, ziyanê li pêgeh û dengê gelê Kurdistanê dike û bextewarî û hêviya gel têk dibe” Barzanî her wiha hişyariyeke din jî kir û da zanîn ku ew ê rê nedin ku qada Kurdistanê bibe qada tesfiyeya hesabên siyasî yên aliyan ku li dij hev pêk bînin. Barzanî her wiha bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku rewşê baş bişopîne û ji bo rê li pêşiya aloziyan bigire bikeve nav hewldanan.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her wiha ji her dû partiyan re name şandin û di nameyên xwe de bang li wan kir ku vê kêşeyê bi diyalogê çareser bikin.
KCK û PDK-Î li hev civiyan
Piştî bûyerê rû da û ji çar perçeyên Kurdistanê çalakî, xwepêşandan û daxuyaniyên nerazîbûn û şermezarkirina pevçûna birakujiyê, bi hewldanên berpirsên Rêveberiya Herêma Kurdistanê, berpirsên PKK’ê û PDK-Î’yê li Hewlêrê li hev kom bûn. Di vê kombûna ku Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî xwedîmalîtî kir de aliyan li ser çareserkirina bi rêbaza diyalogê li hev kirin. Piştî vê kombûna ku ji alî PDK-Î’yê Sekreterê Giştî Hesen Şerîfî û Endamê Polîtburoyê Mihemmed Nezîf û ji aliyê PKK’ê jî Endamê Lijneya Têkiliyên Derve yê KCK’ê Demhat Egîd beşdar bûn de Wezîrê Navxweyî Sîncarî daxuyand ku kombûn bi şeweyeke pozîtîf bi rê ve çûye, her dû aliyan jî hewl daye ku kêşe bi diyalogê bê çareserkirin û ragihand ku wê di rojên pêş de her dû alî careke dinê bêne cem hev. Her wiha Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncwînî jî yek ji beşdarvanê vê civînê bû. Weke tê zanîn Wezîrê Navxweyî Kerîm Sîncarî beriya vê kombûnê li Koysancaxa Silêmaniyê, bi berpirsên PDK-Î’yê re û paşê jî li Qendîlê, bi rayedarên KCK’ê re ji bo dest bi hewldanên diyalogê bikin hevdîtinan pêk hanîbû.
Salih Qadirî: Hêzên me li Kelaşînê ne
Di derbarê bûyerê de Endamê Lijneya Navendî yê PDK-Î’yê Mihemed Salih Qadirî ji rojnameya me re ragihand ku piştî bûyerê her dû aliyan jî ji bo çareserkirina bi diyalogê helwestên erênî nişan dane û ev yek tiştê herî pozîtîf e. Qadirî da zanîn ku di navbera aliyan de civîn pêk hatine, lê belê meseleyên wiha tenê bi yek an jî dû civînan çareser nabin û di van civînên hevbeş de biryar hatiye stendin ku hevdîtin dom bikin. Qadirî ragihand ku hêzên wan niha li Kelaşînê bi cihkirî ne di demên nêzîk de wê civînên din jî pêk bên û di encama van civînan de çi biryar bê stendin wê hêzên wan jî li gor biryarên hevpar tevbigerin. Qadirî her wiha da zanîn ku pasdarên rejima Îranê li nêzîkî sînor hatine komkirin û ger ku ev kêşe tafilê neyê çareserkirin, wê egera xeterên mezin peyda bibe. Qadirî, diyar kir ku tekoşîna wan li dij rejîma Îranê ye û tu kêşeyeke wan bi PKK’ê re tune ye û ew ne hêzeke ku destwerdana Tirkiye yan jî dewleteke din destwerdana wê bikin û hewl bidin ku bi ser me ve PKK’ê tengezar bikin.
“Ev bûyer ne ji destwerdanê ji çanda me peyda bûye“
Di daxuyaniyên aliyan ên pêşîn ên piştî bûyerê rû da de, aliyan bi zimanekî tûnd hev rexne kirin û hev û din bi hevkarîkirina dewletên dagirker ên Kurdistanê tawanbar kirin. PDK-Î’yê, di hin daxuyaniyên xwe de angaşt ku hêzên Îranî dest bi tevgerê kirine û egera wê yekê heye ku di navbera PKK’ê û Pasdarên Îranî de têkilî hebe. Li hember van daxuyaniyan PKK’ê jî di daxuyaniyên xwe de angaşt ku ev bûyer ji bo sabotekirina geşedanên erênî yên hilbjartinên li Bakurê Kurdisatnê hatine pêkanîn. Di derbarê van daxuyaniyên piştî bûyerê yên tûj de Rêvebirê PDK-Î’yê Azad Mistewfî ji BasNûçe’yê re ragihand ku ev bûyer ne bi destwerdana hêzên derveyê kurdan ji çanda kurdan a navxweyî ku hevûdin hezmnakin pêk hatiye. Mistewfî got: “Ez bawer nakim ku di pêkhatina vê bûyerê de destê dereke din hebe. Ev bûyer ji çanda hin rêxistinên kurdan ku nikarin hebûna birayê xwe qebûl bikin pêk tê.” Mistewfî, rexne li PKK’ê kir û dom kir: “PKK, li Şengalê, Kerkûkê di bereyên şer ên li dij DAIŞ’e de bi Pêşmerge re têdikoşe û herdem qala yekîtiya neteweyî dike. Baş e lê gelo çima nahêle ku hêzên din ên Kurdistanî têkevin qadên ku ew têdene?”
Hiqûqnas amaje bi yasayên navxweyî dikin
Li ser vê bûyerê gellek tişt hatin gotin û nivîsîn, lê belê di derbarê aliyê hiqûqî de ev bûyer nehatiye nîqaşkirin. Li gor pisporan divê ev valahiya aliyê yasayî bên nirxandin û di çarçoveya vê yekê de bûyerên wiha bên lêpirsîn û berpirs bên darezandin. Bi vê mebestê me nêrînên hiqûqnas û pisporên hiqûqa navnetewî yên ji perçeyên Kurdistanê wergirt.
Nuşîrevan Elçî: Hiqûka navnetewî têr nake
Serokê Baroya Şernexê Nuşîrevan Elçî da zanîn ku ji ber kurdan ji şerên birakujiyê pir ziyanê dîtine ew vê pevçûnê û encamên wê napejirînin û ji bo çareserkirina vê bûyerê û ji bo di siberojê de bûyerên wiha pêk neyên, pêwîstiya lihevhatineke demdirêj destnîşan kir. Elçî dom kir: “Her çiqas em rewşa civakî û hiqûqî ya wê herêmê nizanibin jî, wek kurd em hevkuştina kurdan napejirînin. Di dîrokê de kurdan, ji her tiştî zêdetir ji şerê birakujiyê azar kêşane. A rast ew e ku nakokî û pirsgirêkên xwe, di nava xwe de çareser bikin. Di rewşên awarte yên şer de mixabin hiqûq tê piştguhkirin. Xaka Kurdistanê mezin e û têra herkesî dike. Divê hesta biratiyê serdest bibe, ne ya pevçûnê. Ji ber rewşa awarte ya kurdan ku hiqûqeke wan a bi sazûmanên navnetewî re pêkan nebûye, divê ew bixwe hiqûqeke navxweyî pêk bînin û bi şêweyeke aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ez di vê baweriyê de me ku ji hemû pêkhateyên Kurdistanî re wisa bixêrtir e.” Nuşîrevan Elçî diyar kir ku ev pirsgirêk dikare bi peymannameyên navnetewî jî bê çareserkirin. Heke biryar dadwer bibe, hemû kurd dikarin pê razî bibin.
Letîf Mistefa: Çareserî bi peymaneke navxweyî dibe
Ji Silêmaniyê ji Tevgera Goran Pisporê Hiqûqa Navnetewî, Hikûknas Letîf Mistefa jî di derbarê mijarê de ji BasNûçeyê re ragihand ku ev bûyer wek formel Tirkiye, Iraq û Îranê şanî dide, lê belê ji ber ku ev her dû hêzên rûdan di navbera wan de derketiye hem li Îranê, hem li Iraqê û hem jî li Tirkiyeyê wek rêxistinên deryasayî ne, çareserkirina wan a navnetewî jî ne pêkan e. Mistefa got: “Her çiqas Iraq ji ber şerê li dij DAIŞ’ê lawaz be jî, ji ber ku di qada navnetewî de, li ser vê erdnîgariyê xwedî gotin e, ev rêxistinên kurd nikarin sûd ji yasayên navnetewî yên di derbarê bûyerên wiha de îstîfade bikin.” Latîf, pêwîstiya hiqûqeke navxweyî ya kurd destnîşan kir û got: “Eger kurd di nav xwe de hiqûqeke hevpar û pêbawer çênekin, mixabin wê her xeteriya bûyerên wiha li pêş me bin.”
Nesih Heme Huseyn: Hemû kurd li dijî birakujiyê ne
Parêzerê Rawêjî Nesih Heme Huseyn jî di derbarê bûyerê de da zanîn ku wek zemînekî yasayî, ew qada ku bûyer lê qewimiye, xaka Herêma Kurdistanê ye û ji ber vê yekê mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku vê bûyerê lêpirsîne da ku encemê adîlane derkeve holê. Heme Huseyn, di vê bûyerê û bûyerên bi vî rengî de rola grîng a Parlamena Kurdistanê destnîşan kir û ji ber ku ew ê hukmê wê neteweyîtir be biryarên wê grîngtir nirxand. Nesih Heme Huseyn da zanîn ku ji dabeşkirina Kurdistanê bi şûnve kurd, her di rewşa xweparastinê de bûne û êrîşî derekê nekirine, ji ber ku di hiqûqa navnetewî de tu fermiyeteke wan tune bûye her rastî binpêkirinan hatine û dom kir: “Lê belê herçiqas beşek ji Iraqê be jî Herêma Kurdistanê di qada navnetewî de xwedî fermiyeteke grîng e, parlanemen û dezgehên wê yên fermî hene û amadekariyên dewletbûnê heye. Ji ber vê yekê divê hemû hêz û aliyên perçeyên din jî ji vê avahiya fermî ya Başûrê Kurdistanê re rêzdar bin û rê vekin ku parlamena Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêkên navbera wan de rola xwe bilîze.” Di derbarê rûdana ku di navbera PKK û PDK-Î’yê de qewimiye de ji Heme Huseyn da zanîn ku di hiqûqa navnetewî de fermiyeta van her dû hêzan tune ye û got: “Lê belê ev nayê wê wateyê ku tu mafê rêxistinên wiha tune ye. Lewre pirsgirêka kurdan a neteweyî heye ku hatine perçekirin. Ji ber vê yekê di navbera kurdan de her çiqas hiqûqeke nivîskî tune be jî hiqûqeke urfî heye û ev hiqûqa urfî jî birakujiyê tawanbar dike. Erê rast e bûyerek nebaş qewimî ye, lê divê ev bûyer sûdek li têkiliyên nav kurdan bike da ku careke dinê rûdanên wiha nexweş pêk neyên.”
Tahir Elçî: Tenê kurd dikarin çareser bikin
Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahir Elçî jî li ser mijara birakujiyê û bûyera dawî pêwîstiya hiqûqa biratiya kurdan destnîşan kir û xwest ku hemû aliyên kurd, xwe ji hewl û bizavên ku dikarin xeteriya birakujiyê peyda bikin dûr bikin. Elçî got: “Kî dibe bila bibe, ger ku bi hewl û bizavên xwe rê li ber bûyerên wiha veke, ew ê di wujdanê kurdan mehkûm bibe. Hiqûqa exlaqî û civakî ya kurdan vê yekê ferz dike.” Elçî da zanîn ku ew di derbarê detayên bûyerê de baş ne agahdar e û dom kir: “Lê belê çi dibe bila bibe, kîjan alî dibe bila bibe, nabe ku tu kurd gule berî kurdekî din bide. Gelê kurd û civaka kurd vê yekê qet qebûl nake” Di derbarê aliyê bûyerê yê hiqûqî de jî Elçî pirsgirêkê wiha rave kir: “Ger ku ew herêm, herêmeke ku ji alî hêzeke kurd ve tê kontrolkirin be, ango herêma ku di bin desthilatiya Herêma Kurdistanê be, ya durust ew e ku ev meqam lêpirsîna vê bûyerê bike û bi şêweyeke dadwerî vê bûyerê çareser bike. Lê belê ger ku li herêmeke din be, çareseriya wê ya hiqûqî wiha dibe; Kesên ji dezgeh û aliyên cuda yên kurdan dikarin li hev bicivin, sedemê vê bûyerê destnîşan bikin û pêwîstiyên çareserkirina vê bûyerê bi cih bînin. Pirsgirêkên di navbera kurdan de tenê bi vî awayî dikare çareser bibe.”BAS