Serrûpel Nûçe Brader: Li dora serxwebûnê bibin yek!

Brader: Li dora serxwebûnê bibin yek!

Belav bike

Têkiliyên te bi hunerê ҫawa destpêkir?

Bavê min dengbêj bû.Li civata bavê min têkilîyên min bi hunerê re çêbûn.

Bêhtir bandora kîj hunermendên kevnar li ser  hebû?

Di serî de bavê min û gelek dengbêj û hunermendan bandor li min kiriye mîna M.Arif Cizrawi, Kawis Axa, Mahmudkê Temburvan, Xidirê Omeri, Mihemmed Şêxo, Seîd Gabari, Şivan û Şakiro û Mahmudê Hessê

 Rewşa hunerî niha ҫawa dibînî?

Rewşa hunerî bi taybet muzik niha li welatê me ji hemû deman xerabtire.

Rola stranê bermaberî dujminan çiye?

Her stranek kurdî mertale li hember asimilasyon û inkarkirina gelê kurd li hember dijminan.Carna stranek şoreşgeri bi bandortire ji bruskên siyasî.

 Strana te ya yekem kengî hat berhemanîn?

strana min yekem nayê bîramin.

 Kîjan stran ji stranên te bêhti nêzîk dilê te ye?

Hemû stranên min ji dil ê min di herikin.

Tu li kî guhdardikî ? yan kî ye ew hunermendê ku tu ji hezdikî?

Ez gelek li Şakiro guhdardikim û hezdikim.

Ji nav hunermendên jin tu li kî guhdarî dikê?

Ez carna li Ayşe şan,Beser Şahin û Fatê guhdardikim.

 Pêşeroja strana kurdî ҫawa dibînî?

Bi qedera welatê me ve girêdayî ye.

Pir stranên kurdî têne dizîn , tu ҫawa vê problemê dibînî?

Dizî her xerabe. Çareserî di wijdanê merov de ye.

Tu ҫawa stranên Şivan Perwer dibînî?

Stranên Şivan Perwer ruhê seydayê C.xwîn in. Birêz Şivan bi dengê xwe û şiroveya xwe xweşkir û gihande me.

Tu ҫawa stranên nemir Mihemed Şêxo dibînî?

Mihemmed Şêxo dengek bilind xweş û henaseyek dirêj e. Wî stranên xwe gelek baş hilbijartine ji ruhê Emerê Lalê. Bedirxan Sindi û Bêbihar.

 Rola rojnamevanan di belavkirina strana kurdî de çî ye?

 Rojnamevan dema nûçeya hunerê ragihîne bandorek erênî li ser hunermend û hunera wî dike.

 Projeyên te yên nû ҫi ne?


Xebata albumek nû, Meşa Mezin û dilbera Hewlerê du stranên dirêj û pirdengin.ev proje ji albumê jî mezintire. Te ji bo şoreşa Sûriyê strand, gelo nerîna te li ser vê şoreşê çi ye?

 Bi tevahî li Sûriye rengê şoreşe hate guhertin. Şerekî pirali û tevlihev heye. Hesabên ser Kurdistanê hene.Kurd dikarin bi yekîtiya xwe van hesabên xerab vala derxînin.

 Tu ji bo Şingalê û kurdên êzdî strand, bandora wê li ser te ҫi bû?

 Dema bûyera Şingalê qewimî, min ew stran bi rondikên çavan nivîsand û ji kûrahiya dilê xwe xwend.

 Gotina te ya dawî tu dixwazî bêje?

 kurdino li dora serxwebûna dewleta kurdistanê kombibin, heta dewletek me ҫênebe emê her sêwîbin li ber dîwarê milletan , spasiya yekîtiya we dikim. (BAS)