Yên van êrîşan didin kirin, hêzên tarî yên ku ji şer û pevçûnan xwînê distînin e.Dewleta Tirkiyê divê di demeke herî kurt de failên van êrîşan tesbît bike û bidarizîne. Heger dewlet vê berpirsiyariya xwe pêk neyîne, dê dewlet bi xwe wek sûcdar bê qebûl kirin.
Di van êrîşên vê dawîyê de, li Karliova ya qezaya Çewligê endamê HDPê Hamdullah Oge hate qetil kirin.
Duhî jî li Erziromê, êrîşkerên hov xwestin Aydın Taşkesenî bişewitînin.Û niha Aydin Taşkesen bi granî birîndar e.
Em van êrîşên hov yên nîjadperestan bi tûndî rûreş dikin, şermezar dikin.Sersaxîyê ji malbata Hamdullah Oge û ji HDPyîyan re dixwazin. Ji bo Aydın Taşkesen jî saxî û şîfayê dixwazin.
05.06.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)