Serrûpel Nûçe Hilbijartinên giştî li Tirkiyê destpê kirin

Hilbijartinên giştî li Tirkiyê destpê kirin

Belav bike

Tirkiyeyê îro ji bo hilbijartina parlementeriyê ya heyama 25an here ser sandiqê.

Li welêt 53 milyon û 765 hezar û 231 hilbijêr yê sibê di navbera saet 08.00-17.00an da raya xwe biavêjin.

Di hilbijartina 7ê hezîranê de 20 partiyên siyasî wek AK Partî, Partiya Anadoluyê, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, CHP, DP, DSP, Partiya Rizgarkirina Gel, HDP, Partiya Komunîst, MHP, Partiya Milet, Partiya Seadetê û Partiya Vatanê li 85 herêmên hilbijartinê û Partiya Maf û Azadiyan li 75, Partiya Navendî li 73, LDP li 58, DYP û Partiya War li 56, Partiya Pêşketin û Reformê li 55, Partiya Maf û Edaletê li 43 herêmên hilbijartinê wê beşdarî hilbijartinê bibin.

Li seranserê Tirkiyeyê ji bo parlementeriya serbixwe jî 165 namzed di hilbijartinê da wê cih bigirin.

Kaxizên ku agahiyên der heqê hilbijêran tê da ne jî heta 1ê hezîranê wê bên belavkirin û welatiyên ku ev kaxiz negihîştibe destê wan jî dema ku nasname, pasaport, ehliyet, nasnameya xwe ya zewacê nîşan bidin ewê bikaribin raya xwe biavêjin.

Kesên ku li ser nasnameya wan nimareya nasnameyê ya T.C.yê tunene divê bi xwe ra kaxiza agahiyên hilbijêriyê û belgeyeke ku nimareya nasnameyê ya T.C.yê îsbat dike bibin ser sandiqê.

Hilbijêr dikarin li navnîşana ”www.ysk.gov.tr”yê ya YSKyê binihêrin ku ka ewê raya xwe biavêjin kîjan sandiqê

– Dema dengdayînê

Dengdayîn di 7ê hezîranê roja yekşemê li seranserê Tirkiyeyê wê di saet 08.00an de dest pê bike û heta 17.00an dewam bike.

Roja hilbijartinê ji saet 06.00an hetanî saet 24.00an firotina tiştên bialkol û li hin cihan jî dayîna alkolê qedexe ye. Cihên şahiyê roja hilbijartinê yê girtî bin û di loqanteyan da bi tenê xwarinê bê dayîn.

Xêncî hêzên aşayîş û ewlekariyê tu kes nikare li xwe çekekê bibe û bîne. Roja hilbijartinê di radyo û çapemeniyê da hetanî saet 18.00ê der barê hilbijartinê da weşana şîrove û texmînan qedexe ye. Radyo û hemû ezayên çapemenî û medyayê di navbera 18.00ê û 21.00ê da heke YSK agahiyan bide yê bikaribin der barê hilbijartinê da weşanê bikin.

Qedexeya li ser weşana der barê encamê hilbijartinê da ew ê di saet 21.00ê da bi dawî bibe. AA