Serrûpel Nûçe “Barzanî wê heta 2 salên din serxwebûnê ragihîne“

“Barzanî wê heta 2 salên din serxwebûnê ragihîne“

Belav bike
 

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da Komîsyona Bilind a Hilbiijartina ku roja 20ê Tebaxa îsal hilbijartinên serokatiyê bên kirin, dîsa heyama serokatiya Barzanî bû rojeva germ a partî û hêzên siyasî yên Başûr.

Berdevkê Polîtburoya YNKê Îmad Ehmed li ser fermana Barzanî ya hilbijartinan ji Rûdawê re got, fermana Barzanî ji bo YNKê tiştekî nû bû ji ber ku haya me jê tinebû dê tiştekî wiha bibe.

Îmad Ehmed derheqê helwesta YNKê li ser wê biryarê jî got, heta niha Polîtburoya YNKê li ser vê mijarê neciviyaye lê em li benda wê ne ka Komîsyona Hilbijartinan çi dibêje.

Berdevkê YNKê da zanîn ku ew niha pêşniyarbiryarekê amade dikin ji bo sererastkirina qanûna serokatiyê û got, em dibêjin bila sîstema rêveberiya Kurdistanê, parlemenî be û desthilata Serokê Herêma Kurdistanê jî bê kifşkirin.

Lê rayedarekî YNKê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, pişka mezin a wê pêşniyarbiryarê xilas bûye lê heta niha biryara dawî nehatiye dayîn, çimkî hinek dibêjin bila sîstema rêveberiyê parlemenî be lê Serok ji aliyê gel ve were hilbijartin, hinek jî dibêjin bila Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin.

Tevgera Gorranê jî dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartina, desthilata Serok were kêmkirin, heyama serokatiya wî/wê jî bi xilasbûna doreke parlamentoyê re bidawî were û du alîkarên wî/wê hebin.

Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnaw li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Gorran bi vê yekê dixwaze li pêşiya nivîsîna Destûrê astengiyan derxîne û deriyê xwe ji hevdîtinan re bigire.

Omêd Xoşnaw anî ziman ku îmkana wê tine ku qanûnek bi navê dirêjkirina heyama serokatiyê were derxistin her wiha mumkin nîne Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartina. PDKê li ser vê yekê biryara xwe daye.

Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm jî nerazîbûna xwe li hember PDK û Gorranê nîşan da û got, nabe ew her du partî meydanê bixin destê xwe, eger wisa ye bila hema ew tenê tê de bilîzin!

Mihemed Hekîm diyar kir ku Gorran di eşkerekirina helwesta xwe de lez kir û PDK jî wisa xuya ye li hember vê mijarê bêminet e.

Li gorî agahiyên Rûdawê, PDK ji bo çareserkirina kirîza serokatiyê hinek pêşniyarên wê hene.

Endamekî polîtburoya PDKê ku nexwest navê wî were gotin, ji Rûdawê re got, PDK dixwaze Barzanî 4 salên din wek serok bimîne çimkî Barzanî dixwaze di du salên destpêkê de serxwebûna Kurdistanê ragihîne.

Wî rayedarê PDKê anî ziman ku rêyek din jî heye ji bo çareserkirina vê arîşeyê, ew jî ew e ku Barzanî ji bo cara sêyemîn bibe serok helbet di xirabtirîn rewş de PDK dê daxwaza hilbijartinên pêşwext bike.
Rûdaw