Serrûpel Nûçe Salih Misilm û Ebadî “bi diz” lihev dicivin

Salih Misilm û Ebadî “bi diz” lihev dicivin

Belav bike

Çavkaniyeke agehdar ji Bexdaya paytexta Iraqê ji heftenmeya Bas re aşkere kir ku, roja 11ê Hezîranê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ligel 2 serkirdeyên din gehiştibûne Firokexaneya Navdewletî ya Qahîrê li Misrê “di heman rojê de nivîsgeh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz ji balyozxaneya Iraqê li Misrê kiriye ku (vîzeya bilez) bide wan her sê kesan, piştî wergirtina vîzeyê, di heman rojê de gihane Bexdayê.”

Çavkaniyê got jî: “Dema ku Salih Mislim û her du hevalên xwe gehiştine Bexdayê, ji aliyê tîmeke merasîman a nivîsgeha Ebadî ve hatin pêşwazîkirin û ew gihandine Navçeya Kesk. Piştî ku gihan wê navçeyê, bidizî ligel  Ebadî civiyane û ligel çend grûpên din ên ser bi hikûmeta Ebadî ve, civiyan e.”

Li gor ku çavkaniya Bas aşkere kiriye “Di civînê de her du aliyan behsa çend tewerên girîng kirine. Tewerê herî girîng jî bihêzkirina peywendiyê Hikûmeta Iraqê û PYD bû, Ebadî soza alîkarîkirina PYD daye û di beramber de PYD alîkariya rejîma Sûriyê bike û di paşeroja guhertinên sînorî yên di navbera Sûriyê û Iraqê de, eger PYD karî li hinek navçeyên sînorî di navbera Iraq û Sûriyê de bi paşî kontrola xwe bisepîne, ji aliyê Iraqê ve jî Heşda Şeibî karî bibaşî sînor kontrol bike, divê wê demê PYD alîkariyên Hikûmeta Iraqê bighîne rejîma Sûriyê.”

“Her du ali yek nêrîn bûn jî ku, pêwîste ji niha û şûn ve guvaşeke zêde bixine ser Herêma Kurdistanê, çi ji aliyê siyasî ve û çi ji aliyê medyayê ve, heta ku Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bermaber Hikûmeta Iraqê û PYD, nermiyê nîşan bide.”