Serrûpel Nûçe Imer Osê: Di rojên bêde girtiyên Kurd têne berdan

Imer Osê: Di rojên bêde girtiyên Kurd têne berdan

Belav bike

Imer Osê got, ev demeke êdîşeke bi plan û nijadperest li dijî Kurdên Sûriyê tê kirin û gotinên ku dibêjin YPG li Girê Spî êrîşî Ereb û Tirkmenan kiriye û ew bi zorê koç kirine ne rast in.

Osê her wiha got tu niyeta YPG tuneye ku dewleta kurdî ava bike, û îmkana wê yekê tune ye ku li Sûriyê dewleteke kurdî were avakirin.

Li ser serdana şanderê navdewletî Stîfav Dî Mîstura ji bo Sûriyê, Osê ragihand ku di çenteyê Dî Mîstura de tiştek tune ye, û welatn weke Xelîc, Tirkiyê û rojava naxwazin hewldanên weke yên Dî Mîstura bi serkevin.

Imer Osê diyar kir ku ewê weke Însîyatîva netewî ya KUrdên SÛriyê li ser wê yekê kar bikin ji bo ku bi hezaran girtiyên Kurd di zindanan de serbest werin berda, serbestkirina grûpa yekemîn jî wê di rojên bêde çêbibe.