Serrûpel Nûçe Yaşar Kaya: Wê dîrok hesab ji HDP bixwaze

Yaşar Kaya: Wê dîrok hesab ji HDP bixwaze

Belav bike

 

Yaşar Kaya ji Rûdawê re diyar kir, cara yekemîn e ku kurd di dîroka Tikiyeyê de bi 80 parlamenteran beşdarî parlamentoya Tirkiyeyê dibin.

 

Beriya niha jî Yaşar Kaya daxuyaniyek dabû Rûdawê û wiha gotibû: “Ez dixwazim Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji benda hilbijartinê nebore û heger HDPê ji benda hiljartinê nebore dê li Amedê derfeta avakirina parlamentoya kurdan çêbibe.”


Kaya anî ziman her çiqasî kêmasiyên mezin ên HDPê hebin jî wê deskeftiyek baş bidest xist û êdî potansiyelek a kurdan heye.


Yaşar Kaya wiha domand: “Kurd êdî di mijarên siyasî û niştimanî de hişyar bûne. Kurd bi 80 parlamenteran beşdarî parlamentoyê dibin ev yek fersendeyek girîng e. Divê HDP wan derfetan baş bikar bîne. Kurd sedeqeyê naxwazin, ew mafên xwe dixwazin. Divê HDP li mafên kurdan bipirse. Herwiha divê ji niha pêve kurd bihev re tevbigerin.”

 

Kaya partiyên kurd yên di hilbijartinên Tirkiyeyê de li gel HDPê hevkarî kirin pîroz kir û wiha got: “Divê HDP pêşiya partiyên çepên tirk, hevkariyê li gel partiyên kurdan bike.”

 

Siyasetmedarê kurd amaje kir çepên tirk têk çûne û got: “HDPê li gel xwe pertal jî birin parlamentoyê. Ez wê yekê rast nabînim HDP bi dengên kurdan çepên tirk li gel xwe bibe parlamentoyê. Hejmara dengên çepên tirk bixwe çi ye. Welatparêzî ne ew e ku tu bi dengên kurdan çepên tirkan bibî parlamentoyê.”

 

Yaşar Kaya wiha domand: “Îro di nav kadroyên HDPê de kesên ku keda wan di nav doza kurdan de nînin bi dengên kurdan bûne parlamenter. Ev kiryar tawan e. Dîrok dê ji ber vê yekê ji HDP hesab bixwaze.”

 

“Barzanî sembolek a kurdan a netewî ye”

 

Derbarê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî Yaşar Kaya wiha got:

 

“Serokatî mafê Mesûd Barzanî ye. Barzanî him li Rojhilatanavîn him jî li tevahiya cîhanê tê nasîn û teqdîrkirin. Ji bo yekîtiya kurdan divê Barzanî dîsa bibe serok. Barzanî bûye sembolek kurdan a netewî.”

 

Kaya derbarê aloziyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) û PKKê de jî wiha got: “Ew bûyer şerê biratiyê bû. Wextê Kurdistana serbixwe nêzîk bû û pêwîst e kurd bibin yek. Ez bawer nakim pêşmergeyek bixwaze birayê xwe bikuje. Heger PKK careke din xwîna birayê xwe birijîne dê me li hemberê xwe bibîne.”

 

“Di nav kurdan de pirsgirêka yekîtiyê heye”

 

Kaya anî ziman PKK ligel Îranê ye û wiha pê de çû: “Îran xortên kurdan wek gûşiyê tirî daliqinî. PKK dibêje dewlet ji bo me ne pêwîst e. Heger dewlet ji bo kurdan ne pêwîst e te çima 40 hezar kurd binax kir? Ez ji bo wan nizanim, lê ji bo me dewlet pêwîst e. Em li bendê ne ku demildest Kurdistan bibe serbixwe. Kî li hemberê vê derbikeve em jî dê li hemberî wê derbikevin.”

 

Li gorî Kaya kurdan li Rojavayê Kurdistanê berxwedanek baş dan. Kaya derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê xweserî mafê kurdan ê sirûştî ye.”

 

Yaşar Kaya destnîşan kir sedsala 21ê sedsala kurdan e û wiha ragihand: “Îro kurd him li Rojhilatanavîn him jî li cîhanê hêzê girîng in. Lê pirsgirêka wan a yekîtiya heye. Ez hêvî dikim ku kurd di demke kurt de pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û bihev re hewl bidin.”