Çavkaniyekê ji odeya operasyonên (Volkana Feratê) piştî ku lîwayê 93 û bajarokê Ên Îsa rizgar kirin, ragihand ku hêzên wan êrîşê nabin ser paytexta çekdarên DAIŞê li bajarê Reqayê.
Wê çavkaniya ku nexwest nave wê bê Eşkerekirin ji BasNews re ragihand: “Berî ku em berê xwe bidin Reqayê divê em başûrê Kobanê û bajarokê Sirînê ji DAIŞê rizgar bikin.”
Herwiha wê çavkaniyê tekez kir ku, Şervanên Kurd êrîşî Reqayê nakin, lê belê ew dê li sînorê Ên Îsa û Sirînê rawestin, lê lîwayê Şoreşvanê Reqayê û hin basikên din wê erîşî Reqayê bikin.”
Û got jî: “Piştî azadkirina Ên Îsa wê Hêzên Volkana Feratê berê xwe bidin bajarokê Sirînê ku bi 45 km dikev başûrê Kobanê.” Bas