Serrûpel Nûçe “Emê agir berdin Tirkiyê û wê li her der bibe şer”

“Emê agir berdin Tirkiyê û wê li her der bibe şer”

Belav bike

Karayilan li ser niyeta Tirkiyê ji bo êrîşekê li dijî rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Kobanî, bi tundî li dijî derket û got, ewê her derê Tirkiyê bikin meydana şer.
Karayilan ji rayedarên Tirkiyê xwest ku aqilane tevbigerin.
Fermandar Karayilan her wiha got, ewê heyfa Kobanî hilînin.
Karayilan her wiha balkişande ser wê yekê ku di paratina Kobanî kêmasî derketine û daxwaza lêkolînekê kir ji bo her tişt were zelalkirin ka çawa û çima DAIŞ careke din êrîş kir û ew komkujî pêk anî.