Li gor agahiyan Rûdawê, welatiyekî Rojavayê Kurdistanê xwe li pêşiya baregeha PYDê li Silêmaniyê şewitand, lê jiyana xwe ji dest nedaye û bo nexweşxaneyê ve hatiye şandin.
Li gor agahiyên ku gihîştine Rûdawê, navê wî kesî Welîd Ebdurehman e û temenê wî 43 sal e û êvariya îro ji bo nîşandana nerazîbûna xwe çûye pêş avahiya PYDê li bajarê Silêmaniyê û dest bi girevê kiriye. Li gor agahiyan, Welîd Eburehman îro di saet 18:45 de li pêşiya baregeha PYDê li bajarê Silêmaniyê agir berdaye bedena xwe û xwe şewitandiye.
Derbarê vê bûyerê de, Azad, kurê Weîd Ebdurehamn ji Rûdawê re got: Sedema xwe şewitandina bavê min ew bû ku birayekî min ê biçûk bi navê Birîn, ku temenê wî 15 salî bû, ew 3 roj dibe ku ji aliyê PYDê ve hatiye birin û ew birine nav refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), bêyî ku em agahdar bin. Bavê min jî li baregeha PYDê daxwaza birayê min kir, Berpirsê Ofîsa PYDê jî ji me re ragihand, ku birayê min li Qendîlê ye û wan ti desthilat nîne.
Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Salar Reza ragiahnd, ku Welîd Ebdurehman tenê her du destên wî û beşek ji bedena wî şewitiye. Li gor agahiyan Peyamnêrê Rûdawê, piştî ku wî welatiyên Rojavayê Kurdistanê agir berdaye bedena xwe, di demek zû de ew gihandine nexweşxaneya hawarhatina Silêmaniyê û niha çareseriya pizîşkî jê re tê kirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Çoman Mehmûd ragihand, ku tenê %23ê bedena Welîd Ebdurehman şewitiye û di demek zû de ew gihandine nexweşxaneya hawarhatinê ya Silêmaniyê û niha tê dermankirin.
Peyamnêrê Rûdawê, Çoman Mehmûd li nexweşxaneya hawarhatinê ya Silêmaniyê serdana Welîd Ebdurehman kiriye. Welîd Ebdurehman ji Rûdawê re got: “Ez wek nerazîbûnê çûm pêşiya baregeha PYDê, çimkî kurê min heya sat 21:00 ê şeva borî li Raniyeyê bû, min daxwaz ji wan kir ku wî ji min re vegerînin.”
Peyamnêrê Rûdawê herwiha ragihand, Welîd Ebdurehman ji Nûneratiya PYDê li Silêmaniyê re jî gotiye: “Eger hûn kurê min navegerînin, rê bidin ez bi telefonê pê re biaxivim, ji ber ku kurdê min zarok e û temenê wî tenê 15 sal e, lê wan rê neda min ku ji min re gotin, kurê te li Qendîlê ye û em nikarin ti tiştekê ji te re bikin.”
Li hember gotinên Azad Welîd Ebdurehman, Rûdawê pêwendî bi Berpirsê Ofîsa PYDê li Silêmaniyê, Xerîb Heso kir, lê ew amade nebû ti daxuyaniyekê bide.
Rûdaw dê piştî demek din daxuyaniya polîs derbarê vê bûyerê de belav bike.