Serrûpel Nûçe Jan Dost ji rewşenbîrên bakur çi dixwaze?

Jan Dost ji rewşenbîrên bakur çi dixwaze?

Belav bike

 

Piştî komkujiya mezin a li Kobaniyê, ku di baweriya min de mezintirîn komkujiye bi dû komkujiya Helebҫe de, min baş bala xwe dayê ku ew ji hêla pirr kesan ve rastî bêdengiyek bi guman tê. Min dît jî ku piraniya wan kesên dixwazin xwe di ser komkujiyê û bûyerên wê û hijmara qurbaniyên wê re bavêjin, rewşenbîrkên derdora partiyeke kurdan î ku niha bûye dijmina serxwebûn û dewletbûnê ne. Ez hinekî ecêb mam, paşê hêdî hêdî rewş ji min ve zelal bû û rewş(enbîr) tarî bûn û rûyên wan ên kirêt ji bin maskeyên welatparêzî û wêjehezî û intelektueliyê derketin.

Polemîk! Erê ezê polemîkan bikim. Ҫiku ev kes divê derpî ji wan were danîn da ku em hemû bibînin bê ҫawa xesandî ne (feminîst ji min nexeyidin).

De ka werin em ҫar salan bi şûn de vegerin.

Li deverekê li ser sînorê  rojhilat ê kurdsitana bakur ( bibûrin Tirkiye, Dogu Anadolu) balafirên artêşa tirkan 34 sivîlên qaҫaxҫî ên kurd bombaran kirin û kuştin. Rehma xwedê li wan be û destên wan pîlotan bişkê. Em xemgîn bûn, me helbest nivîsîn û me got ey xweda  te berfa me dîsa sor kir. Hin rewşenbîrk û nivîsker hebûn wek meymûnan direqisîn û agir ji devê wan dibariya! Kerdogan kerdogana wan bû. Heta niha jî Roboskî zindî ye, di bîra me de jî di a van “bokeyan”de jî. Em dizanin ҫima di bîra me de zindîye, lê me nizanibû ҫima di bîra wan de wilo maye û naҫe. Elhemdulillah me ew jî êdî nas kir.

Niha di 25ê meha hezîranê de komkujiya mezin li Kobanî qewimî. Nêzîkî 500 jin û zarok û kal û pîr û ciwan bi êrîşek hovane a Daişiyan hatin kuştin û serjêkirin, 500 kes birîndar bûn, û heta niha hin birîndar jiyana xwe derdidin jî. Kobanî ji wêranê derbasî goristanê bû.

Lê..

Van kesên ku me behsa wan û xesandina wan kirî deng ne ji serê wan ne jî ji qûna wan hat. Ez du sê rojan di nav postên facebookê de geriyam, min dît ku hinekan hema helbestek kopî kiriye û diyarî qaşo giyanê pakrewanan kiriye, hinek wêneyên xwe û pisîkên xwe belav dikin, hinek ji intelektuelbûna zêde lal bûne, hin ji wan eşqbaziyan dikin, tew yekî ji wan di nav wê gola xwînê de keys dîtiye ku bibe teqeteqa ҫena wî û ji kesên ku doza welatekî serbixwe dikin re bibêje: De bes e looo! Wey! Ev jî! Wax. Mirov xwe kirêt û bêhawe dike bes ne heta vê astê. Nanxurî fêm dibe bes ne heta vê radeyê. De werin ez ji we re bibêjim ҫima zimanên van “rewşenqîran” li Roboskîyê du metreyan ji devê wan derketibûn û ҫima ji bo Kobaniyê ew ziman heta kokê wek reqekî ketîye qalikê xwe.

Behskirina Roboskiyê bazirganî bû, nan tê de hebû, bi qasî tu biqîriyayî û wek meymûnekî bireqisiyayî tu wî qasî nêzîkî berjewendiyên xwe dibûyî. Tu diketî “sîstemê” û “duhn  diket ҫira te” tu dibûyî wezîfedar, û te ji xwe re destê xwe datanî ser cênîka xwe û diramiyayî û ji dikana welaparêziyê kurdayetî li vî û wî belav dikir. Bi xêra Roboskî tu dibûyî helbestvanê li ser menber û ekranên xewnfiroşan, tu dibûyî nivîskarê ku li qehwexane û tenbelxaneyên Amedê rûdiniştî, nig davêjî ser nig û filan û bêvan heqê qehwe û Ҫaya te dida, li dernek mernekan silava herî germ ji te re ye, tu kesekî bi namûs û şeref î.

Lê rebena Kobaniye! Ma ҫi bûye qey! Eger „rizgarkirin“ ba nan tê de hebû, eger „Berxwedan“ ba, kurtêl jê dihatin, eger „Şervan û serkeftin“ ba, rizqekî baş tê de hebû, gava tu qala wan tiştan dikî, girseya kor jî li ber te bi deh desmalan direqise, axayên bi gerafêt jî destên xwe li milê te didin û dibêjin eferim eferim oxlim, lê ev sivîl in, ne serhildanek li dar ketiye, ne jî berxwedanek, ne jî rizgarkirinek û ne jî li Duhokê, yan Hewlêrê yan Şingalê qewimiye ku yek rabe ji xwe re leq leq leq heta destê sibê ҫena xwe ҫal bike û bibêje Barzanî marzanî, welat firot, Pêşmerge mêşmerge, reviya, reviya û ev zibila ku me dît bê ҫiqasî bela dikin.

Di vir de ez dibînim ku ҫawa ev cûre nivîsker derpî ji wan dişemite, mask ji ser rûyên wan radibin, tazî, kirêt, dilgenî û mejîbirêx xuya dibin. Heta di xwînrêjiya gelê xwe de jî bazarê dikin, bi du olҫekê ciyawaz pîvanê dikin, hêsrên timsahan li wir dibarînin û li vir jî morîka bêdengiyê dixin devê xwe, devê xwe gem dikin û gewriyên xwe didrûn, û di ber 500 laşê sivîlên ku dijminekî hov ew kuştine re derbas dibin, wek ku di ber mûriyeke perҫiqî re derbas bibin. Yek ji ê din dipirse: „ev ҫiye heval rewşenbîr!“ Ê din lê vedigerîne: „bimeşe heval bimeşe, ne tiştekî hêjaye, komkujiyek e“.

Komkujiyek wek a Kobaniyê jî nikare we li mirovayetiya we, ez nabêjim kurdayetiya we, li we vegerîne, ҫiku êdî ruh miriye. Tenê mirov dikare fatiheyekê li ser we bixwîne. Elfatiha