Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji malpera Al Mounîtor re li ser rewşa Başûrê Kurdistanê, şerê DAIŞê û serxwebûna Kurdistanê axivî.
Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku hêzên Pêşmerge karîn DAIŞê bişkênin û heta niha ti hêzekê mîna hêzên kurdî nekariye erkên xwe di şerê DAIŞê de bicîh bûne û got, DAIŞ dê bişkê û ji bo vê yekê tenê wext pêwîst e.
Barzanî daye zanîn ku heta niha di şerê DAIŞê de 1280 Pêşmerge şehîd bûne, nêzîkî 7 hezar jî birîndar bûne lê li hember de 11 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê her wiha gotiye, piştî ku bajarê Rumadî yê Iraqê û Tedmura Sûriyê ketin destê DAIŞê, wê rêxistinê dîsa hêz û moral wergirt lê DAIŞ dê her were tinekirin.
Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye ku Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de li bendê bû Tirkiye alîkariyeke zêdetir bide Hewlêrê çimkî endamê NATO û hevpeymaniya li dijî DAIŞê ye û gotiye, dema Tirkiye xwest tiştekî bike, êdî dereng bibû.
Li ser tirs û fikarên Tirkiyê yên li hember Rojavayê Kurdistanê jî wî rayedarê Başûrê Kurdistanê gotiye, divê Tirkiye zêdetir ji DAIŞê bitirse ne ji kurdan.
Li gorî Mesrûr Barzanî, eger Kurdistan serbixwe bibe û kurd bikaribin bi qasî îhtiyacên xwe çek bikirrin dê di şikandine DAIŞê de rolek mezin û bi bandor bilîzin.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser hebûna hêzên PKK û YPGê li Başûrê Kurdistanê bi taybet li devera Şingalê jî gotiye, ew li Başûr mêvan in û divê piştî ku rewş normal bû, vegerin welatê xwe…
Barzanî got, divê PKK Qendîlê derkeve û vala bike.
Li ser rewşa Iraqê jî Mesrûr Barzanî diyar kiriye, Iraq bûye sê beşan; beşek ji aliyê kurdan ve tê birêvebirin, beşek di bin destê DAIŞê de ye û beşa din jî aliyê şîeyan ve tê meşandin. Lê kurd DAIŞê wek hevsînora xwe qebûl nake û divê were jinavbirin. Rûdaw