Serrûpel Nûçe PYD: PKK ji Qendîlê dernakeve

PYD: PKK ji Qendîlê dernakeve

Belav bike

 PKK li Qendîlê nasnameya Kurdan diparêze, û parastina rojhilat, rojava, bakur û başûrê Kurdistanê dike û eger PKK li Qendîlê nemîne Qendîl aram nabe û wê bikeve destê grûpên tundrew û wê demê xeter li ser hemû Kurdan çêdibe.
Xerîb Hiso got, valakirina Qendîlê daxwaza dijminên Kurde û daxwaza dewleta Tirk e.
Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku Qendîl başeke ji axa Îraqê û divê PKK wê derê vala bike û daxwaz kiribû ku li bakurê Kurdistanê pirsa Kurd bi riyên diyalog û siyasî were çareserkirin.