Çavkaniyek taybet bi BasNews ragihand: “Di demek nêzîk de wê 11 fewcên Pêşmergeyên rahênan kirî ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibûn rahênan kirin vegerin Rojavayê Kurdistanê.”
Wê çavkaniya BasNews eşker kir, ji bo vegera Pêşmergeyên Rojava Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) agahdarin û razîbûna xwe jî anîne ziman, tekez jî kir ku vegera wê hêzê wê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê be û rasterast wê çek û pêdawîstiyên leşkerî bo wan bên peydakirin.
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê berî demekê wek hêza leşkerî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê di kongireya wê ya sêyemîn de hate qebûl kirin û ji dema ku DAIŞê çend deverên Herêma Kurdistanê dagîrkirin Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê mil bi milê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şerê çekdarên DAIŞê dikin û çend Şehîd û birîndar jî kirine qurbanî.