Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî: PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e

Nêçîrvan Barzanî: PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e

Belav bike

Barzanî piştî civîna xwe de ligel aliyên siyasî yê xiristiyan li Herêma Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê lidar xist.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Em wek Herêma Kurdistanê û hikûmet, karê me yê sereke giringîdan e bi Herêma Kurdistana Iraqê. Meydana karê PKKê cihê wê ne Başûrê Kurdistanê ye, cihê wê welatê Tirkiyeyê ye.

Barzanî wiha domand: “Dirûşma PKKê ew e ku hem dixwazin pirsgirêkan li Tirkiyeyê çareser bikin, hem jî ew dixwazin pirgirêkên xwe ligel wî welatî çareser bikin. Lewma niha ew li Herêma Kurdistanê mêvan in. Ev çendîn sal e ku me li Başûr mêvandariya wan kiriye. Bêguman dê rojekê bigihên rêkeftinekê û dê vegerin welatê xwe.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de ragihand: “Em jî hêvîdar in, ku ew ligel Enqere bi aştî û gotûbêj bigihên rêkeftinekê û ew jî vegerin cihên xwe.” Rûdaw