Hevserokê TEV-DEMê Ebduselam Ehmed ji BasNews re ragihand ku, Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û pirsgirêkên wê bandor gelekî xirab li ser rêkeftina Duhokê kir, me karîbû her tişt li ser masê bi hev re gotûbêjkiriba.”
Derbarê vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê navborî got: “Hebûna du hêzên çekdar ji hev cuda di armanên xwe de li ser yek erdî sedemekî serekiye ji şer e çi niha be çi dûvre be û ev nimûne li Başûrî Kurdistan bi xwe çêbû.” Û tekez kir ku “Em rê nadin wan xortên ku li navendên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatine rahênankirn û wek Hespê Tirwada ecnîdeyê dijminan li dijî demokratiya Rojava pêk bînin.”
Ji aliyekî din ve çavkaniyek agahdar ji BasNews re ragihand û ti rêkeftin di navbera Herêma Kurdistanê û Rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê de tineye derbarê vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê.”