Serrûpel Nûçe “Xewna Rojava a têkçûyî“

“Xewna Rojava a têkçûyî“

Belav bike

Xewna me jî azadî bû, ҫavê me her lê bû, me li derûdora xwe dinihêrî, bi teqîna gulleyên pêşmergeyan re dilê me dikire gupînî, bi teqîna gulleyên gerîlayan re buhar di rûyên me ên westiyayî de geş dibûn.

Em biҫûkê bira bûn. Ҫavê me her li birayên me ên mezin bû ku azadiyê bi dest bixin û em jî bi wan re azad bibin. Erê xewna me her ew bû. Bi hezaran xort û keҫ  ji gund û bajarên me tev li refên gerîlla bûn û şehîd ketin. Heta ku dora me jî, dora xewna me jî hat ku pêk were.

Lê ҫi bû?

Ҫi bi xewna Rojava û rojavayiyan hat?

Filmê dokumenter, ê derhênerê kurd î zîrek Akif Hesen bi kurtî lê kurtiyeke têrwate û xemgîn û dagirtî bersiva wê pirsê dide.

Filmê Xewan Rojava, (produkta  Kurdwaatch e) ku li cihê bûyeran hatiye kişandin dengekî cudaye dikare di vê şepêla û tofana sloganan de neyê bihîstin jî.  Dikare wisa derbas bibe mîna sura bayekî sivik î nermik di nav bahoza xwînê û di nav ҫanda mirinê de. Lê na. Rastî ҫiqasî bi dengê nizm were gotin jî rastiye û divê were bihîstin, ev film, perdeya xapandinê dikare bide alî daku kesên xapiyayî, ên ku şewqa zêde a sloganan ew kor kirine bibînin û rastiyê nas bikin.

Fîlmê Xewna Rojava dengekî ciyawaz e, ji bo we yekê jî divê were bihîstin, rengekî cihê ye, divê were dîtin.  Rêyeke din dive were şopandin.

Ew bi kurtî, di 55 deqeyan de zêdegaviyên ku desthilata defakto a li pê rejîma Beşar Esed herêmên kurdî birêve dibe, tine ziman.

Komkujiya Amûdê ku di encamê de 6 kesên sivîl û ҫalakên li dijî rejîma Esed bi destê Asayişa Amûdê tîne ziman, bi dayik û xizmên cangoriyan re  axaftin dibe, em di hêsirên wan re kirêtiya şer û qirêjiya destên birakujan dibînin.

Her weha kuştargeha malbata Bedro jî tîne ziman. Dayika hersê kuran bi awayekî diltezîn vedibêje ka „hevalan“ ҫawa hevalên xwe bi xwîneke sar kuştin, kezeb û dil û gurҫika wê şewitandin û jiyana wê û malbata wê heta hetayê kirin jehr.

Ji bîr nake ev fîlm ku bûyera kuştina hovane a Henan Hemdoşê zavayê şevekê jî bîne ber ҫavên me. Dîmenên dawetê, kêf û şahiya xweh û bira û dê û dost hevalan raberî me dike, di pey re bedena işkencebûyî tê ser ekranê, ew beden bedena me hemûyan e û bêtir jî bedena kesên ku heta niha bêdengmayî ne.

Ez naxwazim di vê kurtenivîsê de behsa hemû bûyerên ku fîlm wan tîne ziman bikim. Divê mirov bi xwe temaşe bike, û di encamê de hişekî pak î dûrî tesîra sloganên birqonekî bi dest bixîne.

Erê film behsa yek ji sedî jî, ji zêdegaviyên hêza faşîst a ku niha Rojavayê Kurdistanê birêve dibe nake, lê dîsa jî pencereyek ku kenarên wê xwîn diherike li ser birînên me ên winda vedike, ew birînê ku biraderên me ên li paş sînoran nikarin bibînin, naxwazin bibînin û nizanin ka bê jana wê ҫendî giran e.

Ev fîlm, û bi dehan fîlmên mîna Xewna Rojava divê werin amadekirin û pêşkêşkirin da ku hişekî ku bingeha wî mejî û mentiq be were avakirin, ne hişekî keriyatî ku tenê sloganek wî wir de dibe, yek jî wî ji wir vedigerîne.

Bi qasî ku xewna Rojava têkchûyî bû, fîlmê Xewna Rojava serkeftî bû.


Jan Dost