Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan ji televîzyona IMC TV re li ser pêvajoya çareseriyê, agirbest û helwesta Tirkiyê li hember pirsgirêka kurd axivî.
Murad Karayilan li ser agirbest û vekişîna gerîla ji Tirkiyê got, hikûmeta AKPê soz dabû guhertinên qanûnî û Destûrî bike ji ber wê jî me şer da sekinandin û dest bi vekişandina gerîla ji Bakurê Kurdistanê kir lê heta niha hikûmetê tiştek nekiriye û ti gavek jî nehavêtiye.
Karayilan anî ziman ku wan saftî kirin ku zû vekişîna gerîla nedan sekinandin û wiha axivî: “Çimkî em li bendê bûn meha Hezîranê (2013) hinek gav bên avêtin lê tiştekî wisa nehat kirin. Me Îlonê vekişandina gerîla da sekinandin. Diviya me zû ev lîstika AKPê fêm bikira, me saftî kir û em xwe rexne dikin.”
Li ser pêvajoya çareseriyê û avakirina hikûmetê jî Karayilan diyar kir ku pêvajo ji aliyê Erdogan ve hat xitimandin û hilweşandin, ew li benda avakirina hikûmeta nû ne û dê li gorî pêkhateya hikûmetê biryara xwe ya dawî bidin.
Li gorî Karayilan, heta mafên kurdên Tirkiyê neyên dayîn, Ocalan û girtiyên siyasî yên kurd neyên berdan û Tirkiyê jî demokratîk nebe, gerîla ti carî çekên xwe daynanin.
Wî rayedarê PKKê li ser siyaseta Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê jî got, dewleta Tirk naxwaze kurd bibe hêz ji ber wê jî dest davêje her hêcetekê da ku pêşiya vê yekê bigire. Li Rojava jî dixwaze vê yekê bike.
Murad Karayilan anî ziman ku hêza ku dikare şerê DAIŞê bike, YPG ye ji ber wê jî Tirk ji vê yekê aciz û hêrs bûne. Rûdaw