Endamek Komîta cîbicîkara Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ragihand ku damezrandina dewleta Kurdî di sitratîjiya wan de tineye û pirojeya wan bi tenê rêveberiya xweseriya domokratîke li tevaya Sûriyê.
Endama Komîta Cîbicîkara (TEV-DEM)ê “Îlham Ehmed” di daxuyaniyek rojnamevanî de ku kopiyek jê gihaye dest BasNews amaje bi wê kiriye: “Pirojeya rêveberiya xweser ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ye, dibe ku pêwîstbe li tevahiya Sûriyê bê ragihandin û ev jî hêviya me ye ku li gel hemî pêkhateyên Sûriyê bicî bibe.”
Derbarê çûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo nav bajarê Reqayê ku paytexta dewleta DAIŞê ye li Sûriyê Ilham Ehmed gotiye: “YPG bi rêkeftin li gel hinek komên çekdarên opozisyona niştimanperwer şer li Reqayê dike.” Û tekez dike: “YPG ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê xebatê dike li herdera ku miletê Sûriyê heye YPG jî heye û ji mafê YPGê ye ku li Heleb, Şam, Dêra Zorê, Reqayê û tevhiya cografiya Sûriyê çalakiyên xwe bike.”
Herwiha Îlham Ehmed dibêje: “Bê çawa YPG Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê parastiye heger pêwîst bû ew dê biçin heta bi Şamê jî.” Bas