Huseyîn Şawîş pêşmergeyên Rojava weke Daîş nîşan dide
Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!
Ma mirovê ji xwe heskirî van gotinan dibêje? Gelo tu wusa bawerî, an tu xwe mecbûr dibînî wusa bêjî? Min qet bawer nedikir rojek were tu jî xwe bikî vî halî, tu pêl wijdana xwe bikî û xort û keçên me wusa krêt bi nav bikî.
Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!
Çandeke wiha li Dêrika Hemko û gundê Qereçox tune bû, gelo te ev çanda biyanî ji ku wergirtiye? Tu dibêjî Daîş in? De bêje ka serê çend kurdan jêkirine? Destê xwe dirêjî namûsa kî kirine? Mal û milkên kî wêran kirine?
Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!
Dibe ku mirov carna di axaftinên xwe de germ bibe, dibe mirov weke sêlek sor bisincire jî, lê nabe li ser wê sêlê mirov hêjayên xwe bipêje, nabe mirov li ser wê sêlê rûmeta gelê xwe (pêşmerge) bişewitîne.
Heyf Huseyîn, sed caran heyf!!!
Gelo tu dizanî wê rojekê ji rojan dîrok di guhên te de bêje: „Xwezî te ev gotinên bê serûber negotiban û te ji bo hinek berjewendiyên teng şervanên gelê xwe ewqas piçûk nekiriban“.
Heyf…heyf