Ahmet Davutoglu li Koşka Çankayayê li gel rayedaran ser mijara teqîna îro ya li Navenda Çandê ya Amarayê de civînek pêk anî û piştre daxuyaniyek da.
Davutoglu wiha got: “Me lêpirsîn da dest pê kirin. Diyar e ku ev bûyereke terorî ye û bi destê êrişkarê xwekujiyê hat lidarxistin. Em vê êrîşa hovî lenet dikin.”
Derbarê encama teqînê de jî Davutoglu wiha ragihand: “Di vê teqînê de 30 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. 104 welatiyên me jî birîndar bûn. Ji 74 welatiyên me birîndar, 31 kes hatin dermankirin. 43 kes jî li nexweşxaneyê ne, 10 jê di bin emeliyatê de ne, 9 jî di unîteya giran de ne.”
Davutoglu herwiha got, divê niha ew herçar serokên giştî yên partiyên derbasî parlamentoya Tirkiyeyê bûyîn, werin bah ev û deklarasyoneke hevbeş îmze bikin. Rûdaw