Navborî li ser malpera xwe di tora civakî Facbook de çend malikên helbestê nivsîne û çend pirsan dike û ragihandiye ku her kesê ku bersivên rast bide dê bê xelat kirin.
Ferhad Pîrpal 11 dolar beramberî her bersivek rast ji her şeş pirsên di malkên helbestan de heye kirine xelat bo ew kesê bersiva rast bide.
Ew malikên helbestên ku Pîrpal danîne ji helbestên kilasîkiya Kurdan e û behsa paşeyatiyê dikin.
Berî niha çend carên din jî Ferhad Pîrpal doza sîstema paşatiyê wek sîstemek hikmraniyê li Kurdistanê kiriye dibêje gerek dewleta Kurdistanê ku wê bê ragihandin sîstema paşatiyê di hikmraniyê de pêkbîne. Bas