Serrûpel Nûçe Nehemîn şahîya kursa kurdî – 2015

Nehemîn şahîya kursa kurdî – 2015

Belav bike


Kursên kurdî ku ji alîyê mamosta Ewdil Dirêj va Li Komkar Berlînê û li dibistana bilind Alice Salomon (ASH) tên dayîn ket sala xwe ya nehemîn.

 

Ku êdî bûye mîna edetek, îsal jî li dawîya somesterê şayîyek ji alîyê mamosta E. Dirêj û beşdarên kursê va li baxçeya Komkar Berlînê hat çêkirin.

 

Piştê bixêrhatin, xwarin û vexwarinê, mamosta Ewdil Dirêj got: „hejmara beşdarên kursê ne li gorî dilê min be jî, bi rik û hezeke mîna şîriza japonî 404 bi hev ra zeliqî, me kursên zimanê kurdî, di gel ewqas pirsgirêk jî hebûn, anî sala nehemîn. Di vê neh salê da  

li her du kursan 80-90 beşdarên serkeftî, bawername wergirtin. Heta min hêz hebe, bi vê rik û hezê ez dê her berdewam bim li hînkirina zimanê kurdî. Spas ji bo rêveberîya Komkar Berlîn û ASH yê ku destekê didin ji bo berdewamîya van kursên kurdî.“

 

Piştê axaftinê, xwendekaran bawernameyên xwe wergirtin

 

Di şahîyê da rêveberê Komkarê rêzdar Fevzî Aktaş, xebatkarên Komkarê, malbat û hevalên beşdaran jî, şayîyê bi kêfxweşî par vekirin.

 

Hunermend Ciwan Tengezar û hevalên xwe yên muzîkjen bi saz û awazên xwe yên xweş beşdaran heta derengîya êvarê coşandin. Wisa jî şagirta mamosta E. Dirêj Maria Milbert bi dengê xwe yê xweş û balkêş çend sitranên kurdî sitrîya.    

 

Kursa kurdî ya dewreya pêş me dê roja 04.10.2014 an, saet di 16.00 an da li Komkar

Berlîn; Kottbusser Str.3, 10999 Berlin dest pê bike.

 

têl: 0049 – 30 689 77 574
email: office@kkh-ev.de