Enwer Muslim got, wan belge amade kirine û ewê di nav mehekê de wan belgeyan ji raya giştî re aşkere bikin.
Mûslim diyar kir ku her kes dizane ku Tirkiyê bi awayek fermî eşkere kir ku ew li dijî îradeya gelê Kurde li Rojava. DAIŞ’ê li her derê êrîşê şûnwarên dîrokî kir, lê nêzîkî tirba Şah Silêman nekir. Ji aliyê din ve dema Til Ebyed di destê DAIŞ’ê de bû, bi her awahî bazirganî hebû, tirkan tiştek li ser DAIŞ qedexe nekir.
Enwer Mûslim got birîndarên DAIŞ’ê hemû çûne Tirkiyê, lê dewlet nasnameyên wan vedişêre.
Mûslim ji dewleta Tirk xwest ku helwesta li li dijî DAIŞ’ê zelal bike.
Serokê desteya Kantona Kobanê got: “Di nava demek kurt de ewê navê wan welat, sazî û kesên ku alîkariya DAIŞ’ê dikin ji cîhanî re aşkere bikin.